Li Amedê zarokek hat binçavkirin 2018-02-17 15:03:17   AMED - Li Semta Şehîtlîkê, polîsan bi ser mala zarokê 17 salî S.Ç. de girtin û binçav kirin.    Li Semta Şehîtlîkê ya Amedê S.Ç. ê 17 salî ku bi dayika xwe re li bavê xwe nexweş mêze dikir, şevê din hat binçavkirin. Polîsên bi ser mala S.Ç. de girtin û binçav kirin, birin Şaxa Midûryata Polîsan a Zarokan.     Malbata S.Ç. diyar kirin ku polîs bi telefonê li wan geriyane û ji wan xwestine ku cilên paqij ji S.Ç. re bîn in.