Li Til Temirê komploya 15'ê Sibatê hat şermezarkirin 2018-02-17 14:06:52   TIL TEMIR - Têkiliyên Dîplomasî yên Kongra Star bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ku li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hat, civînek ji pêkhateya Ereb re çêkir.   Bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ku li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hat û ev komplo ket sala xwe ya 20'an, Têkiliyên Dîplomasî yên Kongra Star civînek ji gelê pêkhateya Ereb re çêkir. Civîn li gundê Salhiyê yê Til Tmirê bi amadebûna Rêveberiyên Têkiliyên Dîplomasî ya Kongra Star Elya Oglo û Ebla Dawê û dehan jin, hat lidarxistin. Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir.    Elya Oglo di civînê de axivî û wiha got: "19 sal in ku Rêber Apo ji bo jinan û ji bo azadiya wan têkoşînê dike. Bi saya fikir û felsefeya azad îro jina kurd mînaka jina azad e. Rêber Apo bi têkoşîna xwe hişt ku jin zincîrên koletiyê bişkîne, ew ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve bir. Dijminên me xwestin di şexsê Rêber Apo de gelê Kurd bidin qirkirin û fetisandin, lê bi têkoşîn û berxwedana gelê şoreşger, hemû planên dewletan pûç derket. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û destkeftiyên wê jî ji tevahî Rojhilata Navîn re bû nimûne. Rêber Apo girtîgeha Îmraliyê veguherand zanîngeha fikir û raman. Gel jî bi hêz û îradeya xwe komplo vala derxist. Em ê rêxistina xwe ji bo azadiya Rêberê xwe xurt bikin û asta têkoşînê bilindtir bikin ta ku Rêberê xwe azad bikin."