Li Efrînê kuştina sîvîlan zêde dibe: Gelek jê jin û zarok 170 sîvîlî jiyana xwe ji dest dan 2018-02-17 10:47:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Serbijîşkê Nexweşxaneye Avrînê ya Efrînê Ciwan Mihemed derbarê êrîşên li ser Efrînê de anî ziman ku jê gelek jin û zarok 170 sîvîlî jiyana xwe ji dest dane, 460 sîvîl jî birîndar bûne.    Êrîşên ku ji aliyê Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û Artêşa Azad a Sûriyeyê (OSO) dest pê kir ket roja 29'an. Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Serbijîşkê Nexweşxaneye Avrînê ya Efrînê Ciwan Mihemed derbarê êrîşên li ser Efrînê de anî ziman ku jê gelek jin û zarok 170 sîvîlî jiyana xwe ji dest dane, 460 sîvîl jî birîndar bûne. Li hinek herêmên ku pevçûn lê diqewime sîvîlên ku jiyana xwe ji dest dane, negihaştine wan.     Li gor agahiyên ku Ciwan da, sîvîlên ku hefteya borî jiyana xwe ji dest dane 26 jê zarok, 17 jê jin û 111 jê jî mêr in. Hat diyarkirin ku di nava birîndaran de jî 80 jin 60 jî zarok hene.    Ciwan anî ziman ku li nexweşxaneyê pirsgirêka kêmasiya dermanan heye û got:"Li ser nexweşxaneyê barekî giran heye. Di destpêka şer de me bang li saziyên navneteweyî kir lê guh nedan banga me. Êdî em ê bang wan nekin. Bi piştgiriya gelê me yê derve em hewl didin ku pirsgirêka kêmasiya dermanan çareser bikin."