Li Enqereyê 8 kes hatin binçavkirin 2018-02-17 10:28:42   ENQERE - Di çarçoveya operasyonên ku li dijî HDP'ê hat kirin 8 kes hatin binçavkirin.   Li Enqereyê bi ser malên endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hate girtin. Bi hinceta "Rêxistina propagandayê" 8 kes hatin binçavkirin.    Kesên ku hatin binçavkirin navên wan wiha ye:   Hevseroka Navçeya Etimesgutê ya HDP'ê Hatice Morkoç, Hevseroka Bajarê Enqereyê ya HDP'ê Nûr Aytemur, Endamên PM a HDP'ê Yagmur Yurtsever, Dîlan Çetin, Yasemîn Ildan, Atiye Eren, Seydi Firat, Murat Bahadir.