Komeleya Aştî û Piştevajiyê ya 10’ê Cotmehê: Her ku ew me bigirin em ê vekin 2018-02-17 10:07:03   Fîlîz Zeyrek   EDENE - Xizmên  kesên di komkujiya 10’ê Cotmehê ya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane û kesên ji komkujiyê xilas bûn, bertek nîşanî girtina Komeleya Aştî û Piştevaniyê ya 10’ê Cotmehê dan. Malbatan diyar kir ku wan ji bo piştevaniyê ev komele ava kirine û got: “Ji me ditirsin. Naxwazin em bên cem hev. Lê her ku ew bigirin em ê jî vekin.”   7’emîn Dadgeha Hiqûqî ya Asliyeyê ya Enqereyê  Komeleya Aştî û Piştevaniyê ya 10’ê Cotmehê ku ji aliyê  Xizmên  kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane û kesên ji komkujiyê xilas bûne hat vekirin, bi hinceta ‘ kêmasiyên teknîkî yê di rêziknameyê de’ hat girtin. Malbatan bertek nîşanî girtinê da û diyar kirin ku wan bi armanca piştevaniyê û şopandina pêvajoya hiqûqî ev komele vekirine û wiha gotin: “Ew nikarin pêşî li têkoşîna me bigirin. Em ê daxwaza wan ya aştiyê bînin cî. Em banga piştevaniyê li her kesî dikin.”   Dayika Dîlan Sarikaya ku li Enqereyê hatibû qetilkirin, Neslîgul Sarikaya, diyar kir ku ji bo komeleyê bigirin ev demek dirêj bû li hincetan digeriyan.   ‘Êrîşên çewisandinê ne’   Neslîgul di berdewamiyê de bi lêv kir ku girtina komeleyê êrîşek li dijî malbatan e û ev tişt vegot: “Dozger, dadger, polîs her tim li dijî me di êrîşê de ne. Polîs her tim me tacîz dikin. Ev êrîşên çewisandinê ne.   ‘Ji bo em êşa xwe parve bikin me komele vekir’   Neslîgul di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku wan soz dane ku têkoşîna 103 canî bimeşînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dixwazin têkoşîna me ya rêxistinkirî belav bikin. Em malbat piştî wê roja reş hatin cem hev û me ev komele ji bo êşa xwe parve bikin vekir. Lê xuyaye vê hinek tirsandiye. Heta hesabên zarokên me neyê dayîn em ê têbikoşin. Em li dijî girtina komeleyê bêdeng namînin. Çi hewce be em ê bikin. Me komele bi zehmetî vekir. Naxwazin em seknek xurt nîşan bidin. Îsal nehiştin em salvegera komkujiyê bibîr bînin. Hûn çima ewqas ji me ditirsin? Her cara derdikevim kolanê wêneyê Dîlanê li ser sînga xwe dixim. Ji bo neyê jibîrkirin.”   ‘Ji êşa me jî ditirsin’   Hevjîna Erhan Avci yê di komkujiyê de jiyana xwe dest dabû, Mîhrînaz Avci jî got ew ji ber girtina komeleyê gelek xemgîn bûne û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Dixwazin sekna bi rêxistin a malbatan bi dawî bikin. Çi zirara komeleyê ji kê re hebû? Ji êşa me jî ditirsin. Em tu car dest ji têkoşîna xwe bernadin.”   ‘Em ji hev venaqetin’   Şukran Elçîk a ji komkujiyê birîndar xilas bû jî berteka xwe wiha anî ziman: “Me komeleya xwe vekir. Bi hedê kê ketiye komeleyê bigire. Nexwestin em bên cem hev. Em malbatek mezin in. Canê me şewitî.  Çi dibe bila bibe wê nikaribin me ji hev bikin. Her ku ew bigirin em ê vekin. Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”