ROJEVA 17'Ê SIBATA 2018'AN 2018-02-17 09:00:00   *Endamên Asayîşê yên Navçeya Mabeta êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin û gotin ku ew tucarî dev ji axa xwe bernadin û heta dawiyê wê li ber xwe bidin û gelê xwe biparêzin. BI DÎMEN   *Ji dîrokê û heta niha jinên kurd tu car xiyanet û teslimiyet qebûl nekirine û di her serhildanan de pêşengiya berxwedanê kirine. Ji van jinan yek jê jî jina kurd Rindexan e ku di serhildana 1926'an a Sasonê  de tevlî serhildanê dibe ku îro bi dehan jinên kurd li ser şopa wê li ber xwe dane û li ber xwe didin e.   *Mîhrîcana Fîlman a Kurd a Londonê ya yekem mîhrîcana li dîasporayê ye û wek hişê sînemeya Kurd e, diyariyê Mehmet Aksoy yê ku li Reqayê, ji bo şerê li dijî DAÎŞ’ê tê dayîn bike belge, jiyana xwe ji dest da, hat kirin. JI PÊNÛSA JINAN   *Nûnera Tevgera Bajar a Stenbolê Çîgdem Şahîn çîrokava avakirina Şanoya Tevgerên Bajar vegot. Çîgdemê diyar kir ku wan têkoşîna veguhestina bajarvanî ya li kolanê dest pê kiriye birine ser sahneyê û wiha got: “Li dijî şert û mercên awarte yên li vî welatî ji bo em bi rêyên cuda peyamê bidin civakê û civakê ronî bikin, alava herî bi bandor huner bû.” BI DÎMEN   *Xizmên  kesên di komkujiya 10’ê Cotmehê ya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane û kesên ji komkujiyê xilas bûn, bertek nîşanî girtina Komeleya Aştî û Piştevaniyê ya 10’ê Cotmehê dan. Malbatan diyar kir ku wan ji bo piştevaniyê ev komele ava kirine û got: “Ji me ditirsin. Naxwazin em bên cem hev. Lê her ku ew bigirin em ê jî vekin.” BI DÎMEN   *Polîsê bi navê B.K yê li M.B îstîsmara zayendî pêk anî, hat beratkirin. Parêzer Hatîce Demîr bertek nîşanî beratê da û diyar kir ku polîsên li Kurdistanê sûc dikin bi zirxa bêcezabûnê tên parastin û wiha got: “Tevî hemû delîlan polîs hat beratkirin.” BI DÎMEN   *Li navçeya Kahta ya Semsurê ji ber hewa gelek germ bû, daran kulîlk vekir. Nehatina mehên zivistanê û ji ber axê jî têr av negirtiye, cotkar ketin nav fikaran.   *Di pêvajoya dawî de di operasyonên li dijî HDP, HDK û DBP’ê de jin hedef tên girtin. Berdevka  Meclîsa Jinan a DBP’ê Sevîm Adsoy diyar kir ku  zext, binçavkirin û girtin ji bo pêşî li jinan bê girtin pêk tên û bi vê riyê dixwazin jinan hepsî malê bikin. BI DÎMEN   *Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim ji doza ku bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ girtî tê darizandin wê cara yekem derkeve pêşberî dadger. Parêzer Reyhan Yalçindag diyar kir ku ev du sal in mafê parastina muvekîla wê tê binpêkirin û wiha pê de çû: “Muvekîla min ji bo çareseriya pisgirêka Kurd alavên demokratîk aniye ziman. Lê ji ber vê îro di girtîgehê de ye.” BI DÎMEN   *Zaroka bi navê Malîka ya 16 salî ku ji pevçûnên Afganîstanê neçar ma welatê xwe terk bike û bê Tirkiyeyê, di nava binpêkirina kedê de li dijî şerekî cuda têkoşîna jiyanê dide. Malîkayê got: “Ez naxwazim şer hebe. Şer hebe em çawa bijîn?” BI DÎMEN