Li Tersûsê cezayên kêfî didin jinên girtî 2018-02-16 12:42:06        MÊRSÎN - Jinên girtî yên  Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tersûsê anîn ziman ku wan ji ber hevdîtinên xwe yên bi telefonan, cezayên kêfî girtine û sînordarî dewam dike.    Hat diyarkirin ku mudurê nû yê ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tersûsê dest bi peywirê kiriye zextên xwe yên li dijî jinên girtî berdewam dike. Girtiyan bi rêya telefonê ji malbatên xwe ragihandine ku girtiyên nû hatine li ser wan lêgerîna tazî hatiye fezkirin. Girtiyan anîn ziman ku hevdîtinên wan ên telefona tê qeydkirin û dawiyê guhdar dikin û ji ber gotinên wan ên telefonê derbarê wan de girtename tê girtin. Her wiha girtiyan anîn ziman ku ji ber ragihandinên wan ên telefona cezayê birîna hevdîtinê digirin û sînordarî dewam dike.     Girtiyan gotin ku hefteya berê jî sînordariya çalakiyan pêk hatiye û li dijî vê yekê wan biryar dane ku ew dernakevin çalakiyan.