Ecem Balci hat qetilkirin 2018-02-16 11:40:43       KOCAELÎ - Hat hînbûn ku Ecem Balci ya ku ji 5'ê Çileyê de heta niha li Golcukê wendayî bû, hatiye qetilkirin.   Hat hînbûn ku Ecem Balci ya ku 5'ê Çileyê de heta niha li navçeya Golcukê ya Kocaeliyê wendayî bû, hatiye qetilkirin. Li gor hevdîtinên telofonan hat diyarkirin ku Ecemê herî dawî bi Suleyman Kara re axiviye. Hat hînbûn ku Suleyman Kara piştî ku Ecemê winda bûye ji ber revandina berhemên dîrokî hatiye girtin. Îfadeya Suleyman Kara yê ku di girtîgehê de ye hat girtin. Li gor encamên lêkolîna hat hînbûn ku Ecemê hatiye qetilkirin û ew li cihê ku hatiye qetilkirin hatiye veşartin. Cenazeyê Ecemê ji cihê ku lê veşartibûn hat derxistin û birin Saziya Tip a Edlî. Her wiha girtina îfadeya Suleyman Kara û xizmên wî didome.    Dayika Ecemê, Esra Comert ku bi nexweşiya pençeşêrê ya rahîmê ketibû û li her derê li keça xwe digeriya di 14'ê Çileyê de li Kandirayê dawî li jiyana xwe anî.