Ji bo girtiyên di girtîgeha Şirnexê de qedexeya hevdîtin û ragihandinê 2018-02-16 09:21:13       ŞIRNEX-  Girtiyên Girtîgeha Tîpa T ya Girtîgeha Şirnexê li dijî ferzkirina pêkanîna cilên yekreng û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan mehekê ketibû gireva birçîbûnê ya dorveger û ji ber vê ji bo girtiyan cezayê hevdîtin û ragîhandinê hat dayîn.    Girtiyên girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê li dijî zextên li ser girtiyan mehekê ketin greva birçîbûnê ya dorveger û hat hînbûn ku roja pêncşemê bidawî kirine. Girtiyan ji xizmên xwe re diyar kirin ku wan çalakî bi dawî kirine lê li dijî binpêkirina mafan çalakiyên xwe wê bidomînin. Xizmên girtiyan diyar kirin ku divê hemû gelê Kurd û rayagiştî li dijî girtîgehan dengê xwe bilind bike.    Bi KHK’a hejmar 696 a herî dawî hat weşandin re pêkanîna ‘cilên yekreng’ ket rojevê û li dijî vê bertekên girtiyan û malbatên wan her diçe zêde dibe. Girtiyên girtîgeha Tîpa T ya Girtîgeha Şirnexê li dijî ferzkirina pêkanîna cilên yekreng û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan mehekê ketibû gireva birçîbûnê ya dorveger û ji ber vê ji bo girtiyan cezayê hevdîtin û ragihandinê hat dayîn.    ‘Em qet agahiyê nagirin’   Xizma girtiyekî Hatîce Beytar derbarê mijarê de axivî û got girtiyên mehekê ketine grevê tu agahî negirtine û wiha got: “Kurê min li girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê dimîne. 11 sal ceza girt. Mehekê girtî ketin grevê. Em nizanim çend kesin lê ez dizanim hemû girtî ketine grevê. Ev meheke ez ji kurê xwe aghiyê nagirim. Rêveberiya girtîgehê ceza dane wan. Tevî evqas binpêkirin, îmzeyê davêjin binpêkirinên nû.    Ji bo xizmên girtiyan bang    Hatîceyê daxuyakirin ku roj bi roj zextên li ser girtiyan zêde dibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di hevdîtina dawî de kurê min got grev bi dawî kirine lê cezayê dîsîplînê girtine. Piştre hevdîtin û hevdîtina bi telefonê jî hat qedexekirin. Kurê min got koxuşên wan her tim ji aliyê gardiyanan ve tên serdegirtin û lêgerînkirin. Zarokên me bi pêkanînên kêfî re rû bi rû ne. Ez bang li hemû kesî dikim ku bibin dengê girtiyan.”