Hilweşandina qadên dîrokî yên li Efrînê 2018-02-16 09:03:29     EFRÎN - Gundên dîrokî yên Mabetayê 28 roj in ku di bin bombebarana dewleta tirk de ye. Têkildarî hilweşandina cihên dîrokî yên Efrînê û gundên Mabetayê de Wehîbe Ala anî ziman ku hilweşandina cihê dîrokî ya li ber çavên cîhanê, dê wekî lekeyeke reş di rûpelên dîrokê de cihê xwe bigire.    Êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê ku ji 20'ê Çileyê de dest pê kir û ket roja xwe ya 28'an hem ji bejayî hem ji hewayê berdewam dike. Di encama van êrîşana de nexweşxane, dibistan û her wiha cihên dîrokî jî hatin texrîpkirin û hilweşandin. Têkildarî hilweşandina cihên dîrokî de Wehîbe Ala anî ziman ku Mabeta di warê dîrokê de cihekî girîng e û got:"Li Mabatayê û gundên wê şopa dîrokek girîng heye. Hilweşandina vê dîrokê divê neyê qebûlkirin."   Wehîbeyê diyar kir ku Mabeta ji dîroka xwe de heta a niha cihê çareserkirina pirsgirêkên civakê ye lê niha di bin bombebarana dewleta tirk de tê texrîbkirin, hilweşandin û wiha dewam kir:"Ez ji gundê Mabetayê ji malbata Ala me. Li gundên Mabetayê gelek şikeft hene, li wan şikeftana jî şopa şaristaniya mirovatiyê xuya dike. Dapîr û bapîrên min digotin dema ku êriş çê dibûn me di şikeftan de xwe diparast. Ji bo wê jî ew şikeft niha wek mabedekê ne. Navê Mabeta jî ji parastina wê tê, wateyek pîroz e. Lê a niha ev derên pîroz di bin bombebarana dewleta tirk de ye."    Çandek dîrokî û komunal   Her wiha Wehîbeyê bal kişand ser jiyana gundên Mabetê ya komunal û wiha dewam kir:" Li gundên Mabetayê pêwendiyên civakî pir xurt in û herkes weke xwîşk û bira dijîn. Li wir çandeke dîrokî û komunal heye. Di dîroka wê de keda jinê û nêrînên jinê jî pîroz dihat dîtin. Di şerekî de dema ku jinekê laçika derxista û biavêta, ew şer betal dibû. Ev yek rêzdariya li dijî jinê nîşanî mirovan dide. Lê a niha bi bombebarana li Efrînê ev dîroka kevnar, keda jinê û nêrînên jinê hedef tên girtin. Divê bêdengiya cîhanê ya li dijî hilweşandina dîrokê bê şikandin. Çimkî dîroka Efrînê dîroka hemû cîhanê ye loma divê hemû cîhan li vê dîrokê xwedî derkeve."    'Efrîn bi pirçandiya xwe rengekî cuda ye'   Wehîbeyê diyar kir ku li Efrînê li cihên girêdayî Efrînê pirçandiyek cuda heye divê cîhan li vê yekê xwedî derkeve û wiha dawî li axaftina xwe anî:" Li Efrînê û cihên girêdayî wê ku yek jê Mabetê  û gundên wê ye, çandek, dîrokek û şaristaniyên cuda hene. Rêngên cuda mirovan zindî dihêle. Em ê wekî gelê Mabetê xwedî li vê dewlemendiyê derkevin, divê hemû cîhan jî li vê cudatiyê xwedî derkevin, bê deng nemînin."