ROJEVA 16'Ê SIBATA 2018'AN 2018-02-16 09:00:06       *Gundên dîrokî yên Mabetayê 28 roj in ku di bin bombebarana dewleta tirk de ye. Têkildarî hilweşandina cihên dîrokî yên Efrînê û gundên Mabetayê de Wehîbe Ala anî ziman ku hilweşandina cihê dîrokî ya li ber çavên cîhanê, dê wekî lekeyeke reş di rûpelên dîrokê de cihê xwe bigire.    *Giyayên ku di demsala biharê de hatin amadekirin piştî ku bû zivistan li ser dezgehên bazaran cihê xwe girtin. BI DÎMEN   *Jinên kedkarên tekstîlê derbarê ku şer bandorek çawa li ser jiyana wan kiriye axivîn û wiha gotin: “Şer ne ji bo fêdeya me, ji bo zirara me ye. Her tişt ber bi nebaşiyê ve diçe. Jiyan zehmet dibe. Dema wisa dibe di jiyana me de jî şer dest pê dike.” BI DÎMEN   *Jinên Uzundereyê yên li dijî JES’ê têkoşiyan û bi biryara dadgehê têkoşîn qezenc kirin, naxwazin jiyana xwezayî xera bibe. Jinên li dijî bajarvaniyê erdên xwe diçînin û debara xwe jî bi vî awayî dikin dibêjin: “Erdên me girtin, nîvê wê kirin sergo. Niha hewl didin li nîvê wê jî avahiyan çê bikin. Bi dizîna axa me sînor neman niha jiyana me didizin.”   *Derbarê Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca de, bi hinceta axaftinên wê yên di daxuyaniyên çapemeniyê û civînan de yên di dîrokên cuda de pêk hatine, 4 fezlekeyên nû hat amadekirin. Fezlekeyên hatin amadekirin ji bo pêşkêşî TBMM’ê bê kirin şandin Wezareta Dadê.   *Leyla Xalid ku yek ji sembola Têkoşîna Rizgariya Fîlîstinê ye got: “Peyama ez dixwazim bidim;Divê jinên Tirk, Kurd, Êzidî û Tirkmen, çi dibe bila bibe divê hemû jin bibin yek. Ger em welatekî demokratîk, civakek demokratîk bixwazin, rola jinê girîng e. Divê jin bibin yek. Ji ber vê divê destê hev bigirin û berdewam bikin.” BI DÎMEN   *Girtiyên Girtîgeha Tîpa T ya Girtîgeha Şirnexê li dijî ferzkirina pêkanîna cilên yekreng û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan mehekê ketibû gireva birçîbûnê ya dorveger û ji ber vê ji bo girtiyan cezayê hevdîtin û ragîhandinê hat dayîn. BI DÎMEN   *Parêzer Şenay Tavuz diyar kir ku rayedarên Nexweşxaneya Kanûnî Sultan Suleyman bûyera 115 zarokên di encama îstîsmara zayendî de ducanî mane, ji merciyên têkildar re ranegihandine, qanûn binpê kirine û got: “Di bûyerên îstîsmara zayendî ya zarokan de qestî heye.”   *Alpenûr gundê Kobanê yê yekemîn e ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çûyê û hîna jî şopa têkiliyên civakî yê ava kiriye, serdest e. Alpenûriyan diyar kirin ku yek ji pêşengên PKK’ê Kemal Pîr jî li gundê wan maye û gotin: "Di navbera Apociyan de cudahî tunebû. Her kesî xwarin çê dikir, bi hev re dixwarin. Rêbertî jî wek hevalên din tevdigeriya. Heta pirtir dixebitî. Vegotina wan pir zehmet e. Em hewl didin ku di rêya wan de wekî wan bisekinin."