Ji Platforma Yekitiya Jinên Kurd deklerasyon 2018-02-15 15:53:25       AMED - Platforma Yekitiya Jinên kurd ku ji gelek beşên cuda yên jinên kurd hat avakirin, deklerasyon weşand û got: “Em yekitiya jinên kurd, li pêş berjewendiyên hemû komele, sazî, inisiyatîf, tevger û partiyên siyasî dibîn in."   Platforma Yekitiya Jinên Kurd ku di 23’ê Kanûna 2017’an de li Amedê di hevdîtina “Jinên Kurd pêvajoyê nîqaş dikin” de hat avakirin, deklerasyona xwe weşand.   Deklerayona pîvan û prensîbên xebatên platformê tê de cih girt wiha ye:    “Em wek Jinên Kurd bi dirûşma gotina “Ey Kurdino! Bibin yek; ku hûn nebin yek, hûn ê biçin yek bi yek !” hatin gel hev. Me bi armanca avakirina Yekîtiya Neteweyî û li hemberî zilm û zordariya li ser nasnameya kurd û jinan û pişaftinê “Platforma Yekitiya Jinên Kurd” damezirand. Platforma me dê xebatên xwe li ser pîvanên li jêr pêk bîne.   Li ser vê bingehê Platforma Yekîtiya Jinên Kurd:   "* Ji destpêkê heta îro li her parçeyê Kurdistanê, hemû jinên ku di têkoşîna li hemberî zilmê de cih girtine wek nirxên xwe dibîne.   *Berjewendiyên neteweyî yên kurdan û Yekîtiya Jinên Kurd li pêş berjewendiyên hemû komele, sazî, inisiyatîf, tevger û partiyên siyasî dibîne.   * Hemû cudahiyên siyasî, olî û nasnameyan wek sedemên nakokiyan nabîne; van cudahiyan wek pêwîstiyên demokratîk dihesibîne.   *Zimanê medyayê  yê erênî jî bo Yekitiya Kurdan û jinan wek hewcedariyeke sereke ye  û ji zimanê neyînî dûr sekinînê jî wek pêwîstiyekê dibîne.   *Girîngiyê dide tecrubeyên Jinên Kurd ên Porsipî û ji wan sûde werdigire; di pêvajoyên nakokî û pevçûnên navbera Kurdan de girîngiyê dide rista wan a çêker a yekitiyê.   *Zimên wek ji stûnên sereke yê nasnameyê dibîne û di vê çarçoveyê de piştgiriyê dide hemû xebatan.   * Girîngiyê dide zimanê diyalogê ya ji bo Yekitiya Jinan û ya Kurdan.   *Li hemberî hemû zilm, zordarî, tundî û cudakariya li ser jinên Kurd û Kurdistanî derdikeve û tu cudahiyê nake navbera ol, mezheb û nêrinên siyasî yên jinan û li gel têkoşîn û vîna wan a hevpar cih digire.”