Zanîngeha Rojava derbarê komploya navneteweyî de daxuyanî da 2018-02-15 14:15:12   QAMIŞLO - Zanîngeha Rojava bi daxuyaniyeke nivîskî komploya 15'ê Sibatê şermezar kir.      Bi boneya şermezarkirina komploya navneteweyî Zanîngeha Rojava li Fakulteya Viyan Amara daxuyanî da. Bi dehan mamoste û şagirt beşdarî daxuyaniyê bûn.   Li ser navê Zanîngeha Rojava daxuyanî ji aliyê Mamoste Merwa Ilyas ve hat xwendin.   Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku berxwedana gelê azadîxwaz li hember zilma Nemrûd û Fîravûnan serî netewandin û heta dawiyê li ser şopa heqîqet û rûmetê mafên xwe parastine.   Her wiha di daxuyaniyê banga yekîtiyê hat kirin û wiha dewam kir:"Li ser navê hemû perwerdekarên Zanîngaha Rojava, em daxwaza maf û azadiyê dikin û li dijî komplogeran bi dilekî yek serî hildidin."   'Tevî hemû hêza xwe ew nikarin hêviya me wenda bikin'   Di daxuyaniyê de bal kişandin ser hêviya gelê kurd a ku her dem zindî ye û wiha dewam kir:"Tevî hemû zext û zordariyan gelê kurd hêviyên xwe wenda nekir û ev 19 sal in ku têkoşîna azadiya jinê agirê heqîqetê venemirî. Em ê heta dawiyê bi vê heqîqetê ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşin."   'Em komployê şermezar dikin û berxwedana serdemê slav dikin'   Di daxuyaniyê de herî dawî wiha hat gotin:" Em weke Perwerdekarên Zanîngeha Rojava bi dil û bi can, berxwedana mamosteyê mezin Rêber Apo û şagirtên wî yên ku li Efrînê dîroka berxwedana serdemê li rûpelên dîrokê dikolin silav dikin û komployê bi zimanekî tund şermezar dikin. "    Daxuyanî bi dirûşmên "Komplo wê bi serê komplogeran de hilweşe","Bijî hişmendiya mamosteyê mezin, Rêber Apo", "Bijî berxwedana Yekîneyên Parastina Gel", "Bimre komploya 15'ê Sibatê" bi dawî bû.