Êzidiyên kampa AFAD’ê bi tehdîda duyem a koçberiyê re rû bi rû ne 2018-02-15 09:20:47   MÊRDÎN - Piştî qeyûm tayînî şaredariya bajarê Mezin a Amedê bû şûnde, Êzidiyên kampa Fîdanê hatin tayliyekirin û birin kampa AFAD’ê ya Mêrdînê û niha mafê wan yê tenduristiyê tê astengkirin. Êzidiyên li kampan rastî gotinên nefretê tên, koçî welatên Ewropayê dikin.    Di 3’ê Tebaxa 2014’an de DAÎŞ’ê li dijî Şengalê êrîşa qirkirinê pêk anîbû. Êzidiyên ku hatin Amedê li Kampa Fîdaniyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya DBP’ê hat bicihkirin. Êzidiyên du sal û nîvan li wir man, piştî qeyûm hat tayînkirin şûnde Êzidî ji wir birin kampa AFAD’ê ya Mîdyadê. Gelê Êzidî yên demeke li vir in, di vê pêvajoyê de rastî gotinên nefret û pirsgirêkan hatin. Piraniya Êzidiyên nikaribûn berxwe bidin koçî Ewropayê kirin. Kon nayên kontrolkirin Kampa ku hem gelê Ereb û hem jî Êzidî lê dimînin, bi giştî 12 hezar kes lê dimînin bi hatina zivistanê re hewcedariyên wan zêde bûn. Tevî ku zivistan tûnd derbas dibe, rêveberiya kampê ji bo her konî sobeyek da û dema baran dibare kon nayên kontrolkirin. Tevî hewcedariya zivistanê bi mehan berê ji bo rêveberiya kampê tê dayîn jî rayedar bê hestiyar tevdigerin û bi dehan zarokên li kampê dimînin nexweş ketin.    Êzidiyên ku tu daxwazên wan ên bicihanîn, bi hinceta di asta penaberiyê de nînin nikarin xwe bigihînin mafê tenduristiyê jî. Nikarin derman bigirin. Êzidiyên li dijî nexweşiyan çareserî nedîtin, dermanên ku dixwazin bi pereyê xwe bigirin jî pir caran nikarin bigirin. Êzidiyan bi lêv kir ku derfet û xizmeta ji bo penaberên Sûriyeyê tê dayîn ji bo wan nayê dayîn û got pereyê ji bo xurekê tê dayîn jî têrî wan nake. Malbatan bi lêv kir ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê zarokên wan bi mehan di nivînan de razane û ger perê wan têr bike dermanan dikirin. Piranî malbatan koçî Ewropayê kirin Malbatên ji ber pirsgirêkên tenduristî û aborî nikarin îbadeta xwe jî bikin, rastî gotinên nefretê tên. Li kampa ku perwerdeya Tirkî ji bo zarokan tê dayîn, her hefte bi dehan malbat koçî Ewropayê dikin. Êzidiyan diyar kirin ku ji roja hatine kampa AFAD’ê pirsgirêkan dijîn û nayên çareserkirin jî.    Rîska ji kampê derxin heye!    Ji bilî vê di tebaxa sala borî de bi hinceta nasnameya wan tune ji bo hezaran Êzidiyî ji bo kampê derkevin 3 roj dem hatibû dayîn. Nîvê şevê 4 Êzidî ji kampê hatin derxistin.