Qeyûm qezencên jinan ji holê radike 2018-02-15 09:12:49   ŞIRNEX - Ji bo Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Cizîrê ku qeyûm hat tayînkirin, Mahmut Duru peywirdar kirin û li şaredariya ku polîtîkayên jinan jî hat feskirin di bin navê ‘xebata jinan’ de qursên Kuran, nexş û dirûnê tên dayîn.    Piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê şûnde bi OHAL’ê re bi KHK’yên hatin derxistin ji bo 98 şaredariyên DBP’ê qeyûm hat tayînkirin. Îradeya gel tûne hat hesibandin û qeyûm tayînê şaredariyan hat kirin, çawa qeyûm hatin qezencên jinan ji holê rakirin. Piştî qeyûman polîtîkayên jinan hat feskirin an jî midûrên mêr hatin peywirdarkirin. Van rojan jî di bin navê xebata jinan de qursên Kuran, nexş û dirûnê tên dayîn.    Du saziyên jinan û midûrekî mêr!    Li Şaredariya Cizîrê li şûna Midûriyeta Polîtîkayên Jinan ‘Wekîliya Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê’ hat vekirin û ji vê jî midûrê mêr hat tayînkirin. Li şaredariya ku yek midûrek jin heye, ji bo Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê jî Mahmut Duru anîn. Qeyûm çawa tayîn bû xebatkarên jin yên Navenda Sitiya Zin a Jinê ji kar derxist û di mehên borî de beşeke mala şînê ya taxa Nur, wek ‘Navenda Çanda Jinan a Nûr’ xistin faliyetê.    Ne saziya jinê, saziya zewacê    Di her du saziyên di bin bana şaredariyê de ji bo jinan qursên xwendin-nivîsandin, bêrik, xişir, hunera destan û Kuranê tê dayîn. Qurs rastî bertekan tên û li gorî berê jin kêmtir diçin qursan û di qursan de qet li ser şîdeta li ser jinê nayê sekinandin.