'Brêz Abdullah Ocalan ji bo Tirkiyeyê şensek e' 2018-02-14 16:28:28   AMED - Li dijî komploya 15'ê sibatê ya Navneteweyî ku li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocaln hat kirin di pêşengiya HDP'ê de daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyên ku hatin dayîn de  ev gotin derketin pêş: "Birez Ocalan ji bo Tirkiyeyê şensek e û divê Tirkiye li gorî vê hesasiyetê tevbigere û vî şensî bi kar bîne."   Di ser komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan ku di 15'ê sibata 1999'an de pêk hat re 19 sal derbas bûn. Bi minasebeta 19'emîn salvegera komployê li Peyas, Yenîşehî û Baglara Amedê  daxuyanî hatin dayîn.   Di daxuyaniya ku li Peyasa Amedê li agahiya HDP'ê hat dayîn de Hevserokê HDP'ê yê Peyasê Abdulhalik Eyyuboglu axivî û got ku komploya 15'ê sibatê gava yekem a mudaxeleya li Rojhilata Navîn e.   'Em ê berxwedana xwe geş bikin'   Ebdulhalik di berdewamiya axafitina xwe de wiha got: " Ev berxwedana li dijî komplo û tecrîdê wê Tirkiye û Rojhilata Navîn demokratîk bike. Em komploya navneteweyî û tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocala şermezar dikin.  Em dixwazin ku li pêvajoya diyalog û çareseriyê bê vegerîn  û demokrasî pêk bê. Em ê berxwedana xwe ya ji bo aştî û demokrasiyê geş bikin."   Baglar   Di daxuyaniya ku li avahiya navçeyê ya HDP'ê hat dayîn de jî ev tişt hat gotin: " Gelê kurd û Rojhilata Navîn birêz Ocalan ji bo xwe wekî avahîsazê aştiyê pejirandine. Divê ku demildest bi birêz Oclana re hevdîtin bê kirin .Ger ku birêz Ocalan azd bibe wê şer jî bi dawî bibe.  Ji ber wê birêz Ocalan ji bo Tirkiyeyê şensek e û divê ku dewleta tirk li gor vê hesasiyetê tevbigere û vî şensî bi kara bîne."   Yenîşehîr   Li Yenîşehira Amedê jî endamên partiya HDP'ê hatin gel hev û daxuyaniyek dan çapemeniyê daxuyanî ji aliyê Hevserokê HDP'ê yê navçeyê  Vahap Guney ve hat xwendin. Vahap diyar kir ku  15'ê sibatê di çarçoveya navneteweyî û herêmî de lîstikeke veşarî û stratejîk e. Divê ku tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan demildest bê rakirin  û rêya pêvajoya çareseriyê bê vekirin."