21 kes li Efrînê hatin oxirkirin 2018-02-14 14:42:09   EFRÎN- 21 şervanên azadiyê li herêma Efrînê bi merasîmekê hatin oxirkirin.   Bi sedan ji şêniyên herêma Efrînê, hemû sazî û desteyên Rêveberiya Xweser, Kongra Star, Partiya Yekîtiya Demokratîk û Tevgera Civaka Demokratîk 21 şervanên azadiyê ku 3'ê jê endamên Erka Xweparastinê, 14 jê şervanên Yekîneyên Parastina gel (YPG), şervanek jê ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ), endamekî Entî Teror, endamekî Yekîtiya Ciwanên Rojava û sivîlek bi merasîmekê oxir kirin.   Merasîm ji pêşiya Nexweşxaneya Avrîn a herêma Efrînê dest pê kir, bi tilîliyên dayîkan û dirûşmên "Şehîd Namirin" û "Bijî berxwedana Efrînê" ber bi goristana Şehîd Avesta Xabûr ve çûn.   Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo berxwedêrên azadiyê, li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mehmûd Cafo, Tevgera Civaka Demokratîk Dijwar Merdîn û Dayîka têkoşer Şiyar Zegros, Meroş Mustefa axivîn.   Di axaftinê de sersaxî ji malbetên 21 şervanên azadiyê re hat xwestin û hat diyarkirin ku 26 roj in şervanên YPG-YPJ’ê û gel li hember dewleta Tirk li Efrînê û hemû gundewarên wê berxwedanê dikin û soz dan ku ew ê heta dawiyê li ser şopa têkoşeran bimeşin û tola wan hildin.