Yekîtiya Ciwanên Êzidî: Bi rihê ciwanan dê komplo têk biçe 2018-02-14 14:04:23   Viyan Seid-Ehalm Heci   ŞENGAL - Bi pêşengtiye jinên ciwan û Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî meş hat lidarxistin.   Bi pêşengtiya jinên ciwan û Yekîneya Ciwanên Êzidî (YCÊ) bi boneya 19'emîn salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Şengalê meş hat lidarxistin.   Meşê ji Qaê ya girêdayî gundê Kersê yê Şengalê dest pê kir heta Bexçê Serokatî dewam kir. Piştî rawestandina meşê daxuyanî hat dayin. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXŞD) Rîham Haco hat xwendin.   Li ser navê ciwanan Ezda Vîyan axivî û got: “ Em wek jinên ciwan û YCÊ em vê çalakiyê li dijberî hêzên komploger li dar dixin. Ev 19 sal in li dijî sekin û têkoşîna ciwanan bi ser neketin. Berxwedana Efrînê, li dijî komploya navneteweyî bû bersivek xurt. Serkeftin a gelê Kurd e û dem dema xwedîderketandina azadiya Rêber Apo ye."   Di daxuyaniyê de jî hat ragihandin ku sekin û vîna Gelê Kurd a li dijî komploya navneteweyî li cîhanê bû mînakek giranbiha.   Her wiha di daxuyaniyê de behsa lîstokên komploger ên ku her dem bi rûyên xwe yên cuda derketine holê hat kirin û soza şopandina Arîn, Barîn, Avesta û Sakîneyan hat dayin. Erîşên li ser Efrînê jî di daxuyaniyê de hat şermezarkirin û soza xwedîderketandina berdxwedana serdemê hat dayin.