Elya Îsa: Armanca komploya navneteweyî tasfiyekirina gelê kurd e 2018-02-14 13:04:31   Sorgul Şêxo   TIL TEMIR - Hevseroka Meclîsa Xeta Xera Elya Îsa di derbarê Komploya Navneteweyî ya li se ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de nêrînên xwe anî ziman û got:"Êrîşên ku li dijî perspektîfa Netewa Demokratîk pêk hatiye, dê negihêje armanca xwe."   Hevseroka Meclîsa Xeta Xera ya Girêdayî Bajarê Tiltemirê Elya Îsa derbarê komloya navneteweyî ya 15'ê Sibahata 1999'an nêrînên xwe anî ziman û wiha got:"Rêberê me di zindanê de ye lê dilê wî bi me re ye û ji bo azadiya wî heta dawî em ê têbikoşin."   'Kes nikare Gelê Kurd têk bibe'   Elyayê di destpêkê de komploya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: " Armanca komploya navneteweyî tasfiyekirina Tevgera Kurd û qutkirina ji azadiyê bû. Niha bi milyonan kes li peyî fikr û felsefeya azad a Rêber Apo dimeşin û ji bo azadiya wî berxwe didin. Loma kes nikare bi awayekî hêsan kurda têk bibe."    'Divê em lîstikan vala derxînin'   Elya di dewama axaftina xwe de wiha got: "Bi hêz û têkoşîna jinê û bi rêbazên Rêber Apo me gelek serkeftin bi dest xistin. Berhemên fikir û felsefeya Rêber Apo li pêş çavan e. Loma divê em Rêberê xwe azad bikin û lîstikên dewleta tirk û yên navneteweyî vala derxînin."   'Abdullah Ocalan bû dengê hemû gelan'   Elyayê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Abdullah Ocalan bû dengê hemû gelan. Loma em ê qet ji riya azadiyê venegerin heta ku em Rêberê xwe azad bikin. Divê rêxistinên mafên mirovan jî erka xwe pêk bînin da ku tecrîda giran a li ser Rêberê me rabe. "