'Dayika min bi salan bêdeng ma lê divê jin parastina xwe bikin' 2018-02-14 12:13:36   Hîkmet Tunç -Zeynep Turgut   WAN - Keça Hafîfe Temel a ku ji aliyê mêrê bi navê Ahmet Temel ve hat qetilkirin Vahîde Temel, diyar kir ku Ahmet her roj dayika wê bi şîdetê re rûbirû dihişt. Fahîde diyar kir ku ew ê pêvajoya Hiqûqî bidomîne û Ev bang kir; "Dayika min bêdeng ma. Got ku şerme wê bibe mijara gotinê û dengê xwe dernexist. Lê divê ku jin parastina xwe bike."   Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê mêrê bi navê Ahmet Temel di 8'ê sibatê de jina bi navê Hafîfe Temel ku pê re hatibû zewicandin kuşt. Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin Ahmet Temel piştî ku Hafîfe birîdar kiriye ew demeke dirêj li erdê hiştiye û ranekiriye nexweşxaneyê.  Hafîfe ya ku piştre ew rakirin Nexweşxaneya Lokman Hekîm û jiyana xwe ji dest da.    Hefîfe piştî ku jiyana xwe ji dest da, li goristana taxa Karşiyakayê hat deftinkirin û Ahmet Temel ê ku hat binçavkirin jî piştî ku derxistin dadgehê hat girtin.   Keça Hafîfeyê Vahîde Temel jî çîroka dayika xwe ji me re got.   'Ji ber ku em zarok bûn me dengê xwedernexist'   Vahîde diyar kir ku dayika wê Hafîfe di 14 saliya xwe de hatiye zewicandin, di sala 1980'yê de koçî Gevera Colemêrgê kirine û ji wê jî koçî Wanê kirine. Vahîde ya ku anî ziman bi giştî 8 xwabira ne û dayika wê Hafîfe her roj ji aliyê Ahmet ê ku bavê wê ye ve bi şîdetê re rûbirû maye û wiha got; "Ji ber ku em zarok bûn me nikaribû dengê xwe derxista."   Her roja ku ez jiyam bû îşkence'   Vahîde ya ku îşkenceya  Ahmet li dayika wê kiriye vegot, got ku îşkenceya rojekê li dayika wê hatiye kirin ji bîr nake û ev tişt got: " Dayika min wê rojê nan lêdixist. Bavê min jî hat gel dayika min. Heqaret li dayika min kir. Piştre jî lê da. Min jî bêrik girt destê xwe û min xwest ku ez li dijî bavê xwe rabim. Min ji bavê xwe re got tu çima vê neheqiyê li dayika min dîikî."   Vahîde di berdewamiya axaftina xwe de got ku bavê wê ew jî tehdît kiriye û wiha berdewam kir; "Her roja ku ez dijiyam bi îşkenceyê tijî bû."   Roja ku Hafîfe hat qetilkirin jî vegot   Vahîde derbarê roja ku dayika wê hat qetilkirin de jî wiha got; "Min kuştina dayika xwe aşkera kir. Min gazî polîsna kir. Birayê min ne li malê bû, li min geriya û got 'ez li dayika xwe digerim lê bersiva min nade.  got gelo tiştek hat serê wê?'  Ez jî nesekinîm û ez her li dayika xwe geriyam. Lê min xwe negîhand dayika xwe. Piştre ez li xwarziya xwe geriyam û min got ez li dayika xwe digerim lê bersîva min nade.  Piştre ez li dukandarekî taxa me geriya û min got biçe cem dayika min.    'Planê revê kiriye'   Lê dukandar ji ber ku ji bavê min tirsiyayê  neçûye mala me.  Li ser israrkirina me dukandar piştre çûye mala me û bavê min ew pêşwazî kiriye û gitiye 'em radizên û me aciz nekin'.  Xwişka min li bavê min geriya û bavê min heman bersîv daye xuşka min jî. Piştî ve ez li qerqolê geriyam. Ew jî saet û nîvekê derneg çûne malê.  Dema ku çûne malê hişê dayika min ne li serê wê bûye û ew rakirine nexweşxaneyê. Dayika min piştî ku 3 rojan di beşa lênêrtina giran de ma jiyanma xwe ji dest da. Di gritekên nexweşxaneyê de hat diyarkirin ku dayika min ji ber derbên li serê wê hatine dayîn jiyana xwe ji dest daye.  Roja bûyerê bavê min hat binçavkirin û ji ber ku dayika min jiyana xwe ji dest nedabû hat berdan.  Piştî ku dayika min jiyana xwe ji dest da derbarê bavê min de biryara girtinê hat derxistin."   'Ez ê pêvajoya hiqûqî bişopînim'   Vahîde diyar kir ku Hafîfe ji ber ku ketibû xwarê bi daran dimeşiya, nexweşa tansiyonê bû û di dilê wê de jî pîl hebû. Vahîde di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Dayika min gelek zeîf bû û li dora 40 kîloyan hebû. Ez ê şopdarê doza dayika xwe bim, hemû pêvajoya hiqûqî bidomînim û pêşiya kujerê dayika xwe bernedim.  Ji bo ku bi cezayê herî giran bê cezakirin çi ji destê min bê ez ê bikim."    Divê ku jin xwe biparêzin'   Vahîde; "Ger ku jinek di vî temenî de tê kuştin û kesek dengê xwe dernaxe û lê xwedî dernayê êdî tiştekî ku ez bibêjim nema ye. Dayika min dengê we dernexit. Got şerm e, guneh e, wê bibe mijara gotinê û bêdeng ma. Divê ku jin parastina xwe bikin. Jin xwe perwerde bikin  û ji bo jinan derfeta perwerdehiyê bê dayîn. Divê ku jin bêdeng nemînin û li ser piyên xwe karibin bisekirin."