Li Kobanê komploya navneteweyî hat şermezarkirin 2018-02-14 09:59:03   KOBANÊ - Rêxistina Kongra Star bi dirûşma “Xwedîderketina li Rêber Apo, Xwedîderketina li Efrînê ye", ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî civînek li dar xist.    Bi pêşengtiya Rêxistina Kongra Star û bi tevlîbûna dehan welatiyên Kantona Kobanê û bi beşdarbûna hemû saziyên kantona Kobanê, li navenda TEV-Çand a Baqî Xido civînek ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî hat lidarxisitn. Salona civînê bi posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wêneyên berxwedêra azadiyê Newal Zîlan hatibû xemilandin.   Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Paşê Rêveberiya Kongra Star Leyla Çiya roja 15`ê Sibatê şermezar kir û wiha got: "Dewletên navneteweyî bi armanca xistina gelê Rojhilata Navîn û ji bo desthilatdariyê li ser gelê Kurd bide meşandin, ev komplo pêk anîn. Niha bi êrîşên xwe yên li ser Rojava dixwaze komployê girantir bike. Lê em wekî gelê Kurd, jinên Kurd û hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê, pêwîst e em li ser piya bin û bi hêza xwe li hemberî dijmin bisekinin."   Her wiha Endema Rêveberiya Kongra Star Xalîse Hec Ebdulqadir jî wiha got:"Hebûn û tunebûna me Kurdan di berxwedana Kobanê de eşkere bû, di roja îro de jî di berxwedana Serdemê ya Efrînê de xuya dibe. Serkeftina ku niha li Efrînê tê meşandin, bi rêxistinbûyîna gel û pergala xwe ya Federaliya Bakurê Sûriyeyê ve tê meşandin û bi ser xistin."    Civîn bi dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.