Akademiya Civaka Demokratîk berxwedana Efrînê silav kir 2018-02-14 09:44:01   TIL TEMIR - Akademiya Civaka Demokratîk a Şehîd Bêrîtan êrîşên li ser Efrînê bi daxuyaniyekê şermezar kir.    Akademiya Civaka Demokratîk a Şehîd Bêrîtan li bajarê Til Temir a Kantona Hesekê  bi armanca şermezarkirina êrîşên li ser Efrînê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê Rêvebera Akademiyê Bedîa Mihemed ve hat xwendin.   Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku divê dewletên navneteweyî bêdengiya xwe bişkînin û dewam kir: "Bangewazî ji bo raya giştî, cîhanî û rêxistinên navnetewî, em wek gelê aştîxwaz di Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê Sûriyê de bang dikin ku ji xewa giran rabin û li hember êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma Efrînê bêdengiya xwe bişkînin. Êrîşên dewleta Tirk talanî û wêranî bi xwe re anî, qirkirina jinan û zarokan tevî rûsipiyan jî. Erdogan got di nava çend saetan de em ê Efrînê bi dest bixin, lê ev xewn û xeyala wî bi saya şervanên leheng û berxwedêr hate şikandin."    'Di kesayeta Barînê de hat xwestin ku îradeya jinên Kurd bişkînin'   Di daxuyaniyê de bal kişandin ser berxwedana jinên Kurd û wiha dewam kir : "Tevî bikaranîna çekên herî giran û yên qedexekirî heta niha jî nikarîbûn bihûstek ji axa Efrînê bi dest bixin, em vê êrîşa li dijî nirxê mirovahiyê a li ser gelê Efrînê şermezar dikin. Şehîdên me mîna Avesta Xabûr, Arîn Mîrkan û Barîn Kobanê ne. Dewleta Tirk di kesayeta Barîn Kobanê de xwest vîna jina Kurd bişkîne. Bedena heval Barîn bedena her jinekê ye, em ji bedena xwe şerm nakin. Em ê asta têkoşîna fikrî û ideolojîk bi fikir û ramanê Rêber Abdullah Ocalan û Netewa Demokratîk bilind bikin."   Daxuyanî bi dirûşma"Bimre dewleta faşîst, bijî Berxwedana Serdemê" bi dawî bû.