ROJEVA 14'Ê SIBATA 2018'AN 2018-02-14 09:00:00   *Jinên Suryanî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin û diyar kirin ku Efrîn ji bo tevahî gelan bûye cihê berxwedanê û gotin:"Em ê jî wek jinên Suryanî têbikoşin û ji bo serkeftina Efrînê serî hildin." BI DÎMEN   *Jinên Serêkaniyê û Şervana YPJ'ê Solîn Mava komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê şermezar kirin û soza xwedîderketina li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dan. BI DÎMEN   *Li taxa Xacortê jina  bi navê Perîşan Sayginyigit bi xebata xwe hem debara xwe dike hem jî ji jinan re qada aboriyê vedike. BI DÎMEN   *Seroka Koma Meclîsa Partiya Çep a Hamburgê Cansu Ozdemîr diyar kir ku êrîşên li dijî Efrînê raste rast bi tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve girêdayî ye û wiha got: “Êrîş li dijî perspektîfa netewa demokratîk a Birêz Ocalan e.”    *K. ya ji aliyê bavê xwe M. ve dema zarok bû rastî îstîsmara zayendî hat, piştî salan şûnde gilî kir. K. diyar kir ku xwişka wê jî bi heman hincetê di salên borî de gilî kiriye, lê îfadeya wê bi zor hatiye vekişandin. Daxwaza K. ev e ku mêrê ew îstîsmar kiriye ceza bigire.    *Zarokekî Kurd ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dibêje : “Bêrîkirin û hesreta me li dijî we roj bi roj zêde dibe. Em hesreta wê jiyana xweş û azad a me bi destên xwe afirandiye dikişînin.”   *Ji Rêveberiya HDP’ê ya Îzmîrê Reyhan Kumru diyar kir ku tevî binçavkirin û girtinên beriya Sêyemîn Kongreya Mezin a HDP’ê ya li Enqereyê pêk hatiye, bi tevlîbûna deh hezaran kongre pêk hatiye û wiha got: “Tevî hemû zextan bi coşek mezin salon hatin tijekirin û peyama ‘Em xwedî li partiya xwe derdikevin, em li vir in û hen in’ dan.”    *Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Dîlek Ocalan diyar kir ku paradîgmaya Netewa Demokratîk a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan yekane riya çareseriya kaosa li Rojhilata Navîn e û wiha got: “Her dengê ji ‘Îmraliyê derdikeve, rê nîşanî civakan dide.” BI DÎMEN