Civîn Hemo: Komploya Navneteweyî li Efrînê dubare dibe 2018-02-13 16:30:18   Ronîda Hacî    HESEKÊ - Hevseroka Kantona Hesekê Civîn Remo komploya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Em ê bi vîn û îradeya xwe komployê vala derxin."   Di 15'ê sibata 1999'an de di encama komployeke navneteweyî de, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat girtin û radestî dewleta Tirkiyeyê hat kirin. Heta îro jî di bin tecrîdeke giran de li girtîgeha Imraliyê tê girtin. Têkildarî mijarê Hevseroka Kantona Hesekê Civîn Remo nirxandin kir.   Civîn Remo diyar kir ku êrîşa li ser Efrînê berdewamiya komploya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û wiha pê de çû: "Îro li ser herêma Efrînê komployek tê meşandin. Em dikarin bêjin ku komploya li ser Rêber Apo dubare dibe. Neyarên Kurdan vê komployê dimeşînin da ku fikir û felsefeya Rêber Apo tengav bikin û aşîtiya gelan pêk neyê, lê li hember vê komployê berxwedanek bêhempa tê meşandin heta ku em bigihêje azadiyê."   'Berxwedana li Efrînê bersiva komploya li ser Rêber Apo ye'   Civînê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ixaneta dîrokê li Efrînê xwe dubare kir, çawa dewletên navneteweyî li hev kirin û Rêber Apo kirin girtîgehê , îro careke din dewleta Tirk û Rûsiyayê li hev kirin û êrîşî Efrînê kirin ji bo ku gel negihêje pergaleke azad û demokratîk. Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe ku li tevahî cîhanê belav bûye komplo vala derxist û niha jî berxwedana gel li Efrînê ew ê komployê vala derxe. Bijî serok Apo, bijî berxwedana Efrînê."