Kevana Zêrîn komploya navneteweyî şermezar kir 2018-02-13 16:15:26   QAMIŞLO - Kevana Zêrîn a Jinên TEV-Çand'ê ya Rojava komploya 15'ê Sibatê bi daxuyaniyekê şermezar kir.    Jinên Kevana Zêrîn a Rojava bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat meşandin, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de Meclisa Malbatên Şehîdan, Kongra Star a bajarê Qamişloyê û Yekîtiya Rewşenbîrên bajarê Qamişloyê amade bûn. Daxuyanî ji aliyê endama Jinên Kevana Zêrîn Jînda Elî ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku dê têkoşîna giranbiha li her deverê bilindtir bibe.    Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dengên berxwedêran bi sirûdên azadiyê bilintir dibe û wiha dewam kir:" Em salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê şermezar û lanet dikin, armanca vê komployê di kesayeta Rêber Apo de qirkirina çand, netew û tunekirina dîroka me ye. Em tekoşîna xwe ya giranbuha li her deverê bilindtir dikin. Di van kêliyên ku şer li bajarê me yê Efrînê dewam dike de dengê Berçem û Viyanan bi sirûdên azadiyê bilindtir dibe."   'Em ê her nefeseke xwe ji bo azadiyê bidin'   Di daxuyaniyê de bal kişandin ser bêdengiya dewletên navneteweyî û wiha hat gotin:"Ev şerê ku îro li ser xaka Rojava û Sûriyeyê bi dijwarî dewam dike berdewamiya komploya navneteweyî ye. Lê gelê kurd li dijî vê komployê derketin û berxwe dan. Eşkere ye ku şoreşa Rojava bûye hêviya hemû gelê Rojhilata Navîn û mirovahiyê. Em wek jinên ku di riya azadiyê de dimeşin em ê xwedî li felsefe û ramanê Rêber Apo yê ku rizgariya mirovahîyê esas digire derkevin, em ê xwedî li tekoşîna li her netewiyekî ku çand û zimanê xwe bi azadî û wekhevî dijîn esas bigirin. Ji bo em xwe bigihînin lûtkeyên azadiyê û bi Rêber Apo re bijîn, em ê her nefeseke xwe ji bo azadiyê bidin."   'Azadiya jinê azadiya civakê ye'   Di daxuyaniyê de herî dawî wiha hat gotin:"Bi salên dirêj me wek jin, di riya azadiyê de bi awayekî çalak tekoşîn da meşandin û di gelek qadan de me serkêşî kir. Ji ber em bi vê bawer in ku azadiya jinê azadiya civakê ye. Me ev çalakî bi navê her kêlî em ê bi Rêber Apo re bijîn da destpêkirin. Her wiha me hestên xwe di riya nameyên xwe de nivîsandin. Em dîsa wek jinên Kevana Zêrîn di kesayeta şehîdên berxwedana Serdemê de Şehîd Avesta Xabûr, Barîn Kobanê û hemû rêhevalan de soza tolhildanê didin. Em ê bi vî rihê Berxwedana Serdemê komploya navneteweyî vala derxin."   Daxuyanî bi dirûşmên "Şehîd namirin”, “Bijî berxwedan Efrînê”, “Bê serok jiyan nabe” bi dawî bû.