Li dijî xizmên jin ên girtiyan û zarokan îşkence! 2018-02-13 13:21:29   ŞIRNEX - Li Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê li xizmên girtiyan ên jin û zarokan îşkenceya 'lêgerîna taz' hat kirin.  Malatên ku bertek nîşanî vê helwesta rêvberiya girtîgehê dan ji aliyê gardiyanan ve bi heqart û tehdîtê re rûbirû man.   Piştî OHAL'ê û şûnde zextên li girtîgehan zêde bûn.  Ji van girtîgehên ku zext lê zêde bûne yek jê jî Gitîgeha Tîpa T a Şirnexê ye ku xizmên jin ên girtiyan û zarok bi îşkenceya 'lêgerîna tazî' re rûbirû hatine hiştin. Xizmên girtiyan ên ku bertek nîşanî ê pêkanînê dan ji aliyê gardiyanan ve bi heqertê re rûbirû man.   Pirtûk deteser kirin û xwarin û avê jî nadin!   Malbatên ku çûn hevdtîtina xizmên xwe yên girtî diyar kirin ku zextên li girtîghan di demên dawîn de derketine lutkeyê.  Girtiyan anî ziman ku ev zext û zordestî gihîştine asta ku îşkenceya 'lêgerîna tazî bê kirin' û gotin ku ev zext êdî nema tên qebûlkirin.   Girtiyên li girtîgeha Şirnexê ku beriya niha li dijî pêkanîna 'kincên yekreng' û tecîrtda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan mehekê çalakiya greva birçîbûnê li dar xistin diyar kirin ku ew her roj ji aliyê gardiyanan ve bi heqaret û zexta lêpirsînê re rûbirû dimînin. Her wiha  girtiyan destnîşan kir ku pirtûk û rojnameyên ji wan re tên jî hatine desteserkriin, kincên wan ji wan hatine girtin û li koguşên ku lê ne jî her roj ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve lêgerîn tê kirin.   Girtiyan anî ziman ku li gel van hemû zext û pêkanînan xwarin û ava jî ji wan re nayê dayîn û li gel şert û mercên zivistanê pace yên ku nayên girtin bi sermayê re jî rûbirû dimînin.   Li zarok 'îşkenceya lêgerîna tazî!   Li gel van hemû pêkanînên li ser girtiyan hat diyarkirin ku di hefteya borî de malbatên ku ji bo hevîdtina vekirî çûn girtîgehê jî bi îşkenceya 'lêgerîna tazî' re rûbirû hatine hiştin.  Xizmeke girtiyan ku debarê pêkanînan de agahî dan wiha got: "Piştî ku em ketin hundir em li bendê bûn ku diîsa heman lêgerîn bê kirin. Lê dema ku em çûn gel gardiyanan ji me re gotin kincên xwe ji xwe bikin. Me nema zanibû ku em ê çi bikin. Di serî de me îtîraz kir lê em bi hevdîtinê tehdît kirin û gotin ku em we û xizmên we yên girtî naynin gel hev.  Me hemû tiştên xwe ji xwe danîn û lêgerîn kirin, ev pêkanîn li mêran nekirin tenê li jinan kirin.  Bêyî ku bibêjin ev kal an jî zarok e û li ser hemû kesî bi vî awayî lêgerîn hat kirin."    Heta dawiyê banga berxwedanê    Girtiyên ku bi riya Xizmên xwe li dijî pêkanîna kincên 'yek reng'  banga berxwedanê kirine wiha gotin: " Wê niharib kiribin wan kincan li me bikin û em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. "