Jinek Êzidî hat rizgarkirin 2018-02-13 12:05:10   Viyan Seid/Ehalm Heci   ŞENGAL - Bi saya şervanên YPG, YPJ û QSD'ê bi sedan jinên Êzidî ji destên çeteyên DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin. Jina Êzidî Hena Murad Berkat jî ji aliyê şervanên QSD'ê ji destên DAÎŞ'ê hat rizgarkirin.    Bi saya şervanên YPG, YPJ û QSD'ê bi sedan jinên Êzidî ji destên çeteyên DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin. Jina Êzidî Hena Murad Berkat jî ji aliyê şervanên QSD'ê ji destên DAÎŞ'ê hat rizgarkirin. Henayê ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve radestî malbata wê hat kirin.   Keça Êzidî Hena Murad ku ji Gundê Tilizirê yê Şengalê  ye, ji ber ku ji aliyê DAÎŞ'ê ji zarokatî dîl hat girtin zimanê dayika xwe jî ji bîr kiriye. Henayê anî ziman ku DAÎŞ'ê ew dîl girtiye û ew wek kole bi kar anîne û wiha got:"Gelek caran min hewl da ku ez birevin û ez ji destên çeteyan xelas bibim lê her carê dîsa min digirtin."   Henayê anî ziman ku ji ber ku şervanên QSD'ê ew rizgar kiriye ew spasiyê xwe ji wan re pêşkeş dike û  got:"Ji ber ku ez gihaştim malbata xwe ez pir kêfxweş im. Hêvî dikim ku hemû jinên Êzidî ji destên DAÎŞ'ê rizgar bibin."   Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Edûl Elî axivî û wiha got:"Em jî ji bo ku QSD'ê Henayê rizgar kir spas dikin. Em jî wekî jinên Êzidî xwe bi rêxistin dikin da ku em tola xwe hilgirin.Têkoşîna jinên Êzidî dê bi xwe re serkeftinên nû bîne. "   Malbata Henayê jî anî ziman ku ew bi rizgarkirina keça xwe gelek kêfxweş bûne û gotin hêviya me ew e ku hemû jinên Êzidî ji destên DAÎŞ'ê bên rizgarkirin.