'Em nahêlin dewleta tirk derbasî Efrînê bibe' 2018-02-13 11:44:54   Lîlav Elî-Cûdî Zênu   EFRÎN - Jinên Efrînê êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin û peyama berzkirina têkoşîna hevpar dan û gotin:"Em tu caran axa xwe ji dagirkeran nahêlin."   Êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê ku di 20'ê Çileyê de dest pê kir ket roja 25'an. Di encama êrîşan de gelek sîvilan jiyana xwe ji dest dan. Li dijî vê yekê jinên Efrînê têkoşîna xwe berz dikin û dibêjin:"Serkeftin a me ye."   Welatiya bi navê Meryem Elî êrîşên dewleta tirk û bêdengiya dewletên navneteweyî şermezar kir û got: "Em wek dayikên herêma Efrînê tucarî nahêlin artêşa tirk derbasî Efrînê bibe. Jinên Kurd ji têkoşînê hez dikin û koletiyê naxwazin. Jina Kurd îro bûye xwedî maf û xwedî vîneke azad. Em wek jinên Efrînê tucarî ji topên Erdogan natirsin. Em ê bi vîn û çeka xwe li hember êrîşên dewleta tirk bisekinin û bi ser bikevin."   'Em nahêlin dewleta tirk derbasî Efrînê bibe'   Her wiha Fîdan Eloş jî got ku dewleta tirk çi bike bila bike ew ji axa xwe dernakevin û wiha pê de çû: "Erdogan bi tank û topên xwe nikare îradeya me bişkîne. Em ê têbikoşin û nahêlin ku  dewleta tirk derbasî Efrînê bibe."   'Hêvî û hêza me dê her dem zindî be'   Ji aliyê din ve Xezalê Sîdo jî got ku dewleta Tirk bi teknîka xwe dixwaze gelê herêmê bitirsîne û wiha domand: "Bi şerê derûnî dixwazin gelê herêmê bitirsînin, lê belê bila baş bizanibin ku hêvî û hêza me dê her dem zindî bin. Gelê Kurd ji bo axa xwe biparêze şer dike, lê ên ku êrîş dikin ji bo axa Efrînê dagir bike û gelê Kurd winda bike şer dikin. Heta ku dilopek xwîn di canê me de hebe em ê fedayî axa xwe bikin."   Di heman demê de welatiya bi navê Şerîfe Hesen jî wiha got: ”Ev êrîşana dibe sedema kuştina zarokên ku hîn xeyalê xwe pêk neanîne. Lê em ê xwedî li zarokên xwe derkevin û axa xwe heta dawî biparêzin. Em li ser axa Efrînê ji dayîk bûne û em ê li ser axa xwe bimirin."