'Abdullah Ocalan dostê jina azad e' 2018-02-13 09:13:37   Rûken Goman    DÊRIK - Dayika Suad Hisên a ji bajarê Dêrikê komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Bi dîlgirtina Rêber Apo xwestin derbeyekê li vîna gelê Kurd bixin, lê ev komplo vala derket."    Di 15'ê Sibata 1999'an de, di encama komployeke navneteweyî de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dîl hate girtin. Ji wê demê heta niha di Girtîgeha Imraliyê ya Tirkiyeyê de di bin tecrîdeke giran de tê girtin. Têkildarî mijarê Dayika Suad Hisên nerînên xwe parve kir.   'Komplo vala derket'    Dayika bi navê Suad Hisên komploya 15'ê Sibatê şermezar kir û wiha got: "Ez tevahî dewletên komploger û bi taybet Tirkiyeyê şermezar dikim. Di demekê de ku cîhan ketibû nava aloziyeke mezin de, fikir û felsefeya Rêber Apo ji bo xelaskirina gelan û çareseriya vê aloziyê vejîn bû. Bi hewldanên desthilatdar ên ku nedixwestin cîhan di aramiyê de bijî û demokrasî belav bibe, rêberê aşîtîxwaz Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî dîl girtin. Fikirê Abdullah Ocalan polîtîkayên wan vala derdixist, loma jî ev komplo pêk anîn. Bi vê komployê xwestin di şexsê Rêber Apo de derbeyekê li îradeya gelê kurd bixin, lê bila baş bizanin ku ev komplo vala derket, ji ber ku li tevahî cîhanê fikirê Rêber Apo hatiye nasîn û gel xwe pê rêxistin dikin."   'Rêber Apo bûye Rêberê tevahî gelên bindest'   Dayika Suad bal kişand ser perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Rêber Apo bi perspektîfên ku ji mirovahiyê re pêşkêş kiriye, riya  heqîqetê nîşan daye. Bi vê yekê bûye sedem ku mirov li azadiya xwe bigere, her wiha rêxistin û îradeya xwe xurt bike, li dijî koletiyê serî hilde, nirxên xwe û nasnameya xwe biparêzê. Ligel van komplona girêdana gel a bi Rêber Apo re zêdetir dibe. Rêber Apo ne tenê rêberê gelê Kurd e, êdî bûye rêberê tevahî gelên bindest ên ku bi salan e çavên wan li riya azadiyê mane."   'Rêber Apo dostê jina azad e'   Dayika Suad behsa girêdana jinê ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir û wiha got: "Rêber Apo nirxeke pîroz da jinê ku jin bikaribe li hebûna xwe xwedî  derkeve, bikaribe pêşengtiya civaka xwe bike û şoreşê bi rê ve bibe. Îro berhemên fikir û felsefeya Rêber Apo şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye, ku bi navê jinê hatiye nasîn. Gelek destkeftiyên Jinên Kurd bi saya Abdullah Ocalan pêk hatiye. Loma jî divê em weke jin xwedîderketina li Rêber Apo mayinde bikin, ji ber ku Rêber Apo  dostê jina azad e. Em bêdengiya cîhanê şermezar dikin, em ê bi hêza  jinê Rêberê xwe azad bikin, heta Rêber Apo azad nebe jin jî azad nabe. Wê dirûşma me tim berxwedan be."