Piştî komployê 19 sal: Yekane rê Îmrali ye 2018-02-13 09:10:58   ŞIRNEX - Di ser komploya navneteweyî û anîna Tirkiyeyê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Oalan de 19 sal derbas bû. Ji Parêzerên Buroya Hiqûqa Asrin Newroz Uysal diyar kir ku yekane rêya ji kaosê bê derketin ji Îmraliyê derbas dibe û got ji bo hawira aştî û demokratîkbûnê ava bibe divê rêya Îmraliyê bê vekirin.    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 1999’an de bi komploya navneteweyî anîn Tirkiyeyê. Abdullah Ocalan ku ev 19 sale di bin tecrîda giran de ye, bi perspektîfên çareseriyê û rêbazên pêşniyarê bersiv da komployê û sînorên Rojhilata Navîn jî derbas kir. Herî dawî birayê wî Mehmet Ocalan di 11’ê îlona 2016’an de pê re hevdîtin kir û serlêdana malbatê ji 11’ê îlona 2016’a heta niha 63 caran hat redkirin. Parêzerên Abdullah Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta niha 279 serlêdan kirin lê bi hinceta ‘hewayê’, ‘koster xerabeye’ û ‘OHAL’ê’ ev serlêdan hatin redkirin.   Name tine, faks tine...    Ji Parêzerên Buroya Hiqûqa Asrin Newroz Uysal bi lêv kir ku 15’ê Sibata 1999’an heta niha tişta ketiye jiyanê tecrîd û bêhiqûqiye û got ne ji Abdullah Ocalan û ne jî ji sê girtiyên din ev salek û nîv e agahî nehatiye girtin. Newrozê bi lêv kir ku ne nameyek, ne faksek, tû kanalek ragîhandinê tine û wiha pê de çû: “Ji bo em van kanalan pêk bînin me gelek carî serlêdan kir. Pêvajoya doza Atînayê heye. Rayagiştî ev doz ji nêz ve şopand. Piştî ev doz hat redkirin me îtîraz kir. Pêvajoya îtîraza vê dozê hîna didome. Me biryar teblîg kir û ji bo em fikrên wî hîn bikin me serlêdan kir lê bê bersiv ma. Em nizanin ev serlêdan gihiştiye wî an na.”    Hemû serlêdan hatin redkirin Newrozê balkişand ser nûçeyên der barê ewlehî û tenduristiya Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman: “Hat îdiakirin ku hinek xebatkarên li Îmraliyê FETO’yî ne. agahiyên ku hinek gardiyan û doktoran daibû di çapemeniyê derketin. Me li ser vê gelek serlêdan kirin. Ji bo em tenduristiya wî hîn bikin me serlêdan kirin. Lê heta niha hemû serlêdanên me hatin redkirin.”   ‘Pêvajoya Îmraliyê di alî hiqûqî de tine tê hesibandin’    Newrozê destnîşan kir ku dixwzin hemû têkilî bên birîn û Abdullah Ocalan bê jibîrkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê ev tû carî pêk nehat. Hewldanek vala ye. Piştî şerê Reqayê qezencên diyariyî wî hat kirin, ev ji xwe danî holê. Bi ser nakevin û dixwazin bi hiqûqê, bi guherîna qanûnan pêşî li vê bigire. Lê ev zelale ku tecrîda li Îmraliyê nayê qebûlkirin. Wê hewldanên wan yên ji bo jibîrkirina Birêz Ocalan vala derkevin.”