Derbarê Pervîn Buldan de Îdianame hat amadekirin 2018-02-12 16:15:16   ENQERE - Derbarê Hevseroka HDP'ê ya nû Pervîn Buldan de, bi hinceta di sala 2008 û 2015'an de di axafitnên kirine de xwestiye nasnameya kurd bê naskirin û efûya giştî xwestiye bi îdaya "Endama rêxistinê ye" îdaname hat amadekirin.   Derbarê Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Pevîn Buldan de ji aliyê Wekîlê Serdozgerê Komarê yê Enqereyê  Ahmet Akça ve îdianame hat amadekirin.  Di îdanameyê de hat diyarkirin ku  bi guhertina xala 83'emîn am makeqanûnê re destnedana Pervînê hatiye rakirin  û dosyayên wê yek bi yeke ji Serdozgeriya Komarê re hatine şandin. Hat diyarkirin ku ji aliyê serdozgeriyê ve jî dosya hatine yekkirin. Hat diyarkirin ku Pervîn  di axaftinên xwe yên sala 2008 û 2015'an de ku kirine  ji ber ku xwestiye "bila nasnameya kurd bê nasikirin û efuyeke giştî ku ji bo Abdullah Ocalan jî derbasdar be bê derixistin" derbarê wê de îdianame hatiye amadekirin.   Di îdianameyê de hat xwestin ku Pervîn jî 'ji endmatiya rêxistinê' bê darizandin.   Ger ku îdaname bê qebûlkirin wê ji Perîvên re hata 10 salan ceza bê xwestin.