Jiyana zarok a ku îstismara zayendî lê hat kirin di xetereyê de ye 2018-02-12 13:52:44   EDENE - Zarokek 3 salî ji aliyê Sedat Keser ve bi îstismara zayendî rû bi rû ma û hat zanîn ku zarok li nexweşxaneyê di beşa lezgîn de tê tedawîkirin.    10'ê Sibatê de li Navçeya Yuregir a Edeneyê di dema daweteke derve de Sedat Keser îstismara zayendî li zarokek 3 salî kir. Zarok rakirin Beşa Lezgîn a Nexweşxaneya Balcali ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Çukurovayê.    Hat diyarkirin ku jiyana zarok di xetereyê de ye.