Li Efrînê civînên ji bo rewşa dawî dewam dikin! 2018-02-12 13:30:55   EFRîN - Ji bo rewşa dawî ya Efrînê, Meclîsa Navçeya Eşrefiyê û Meclîsa Navçeya Efrîna kevin civîn li dar xistin.   Ji bo rewşa dawî ya li herêma Efrînê Meclîsên navçeyan dest bi civînan kirin. Îro jî li gundê Qeretepe ya Navçeya Eşrefiyê û li Taxa Mehmûdiyê ya navçeya Efrîna Kevin bi tevlîbûna Meclîsên navçeyan û bi sedan kesan civîn li ser rewşa siyasî û helwesta gel hat lidarxistin.   Civîn bi deqeyek rêzgirtin a ji bo berxwedêrên azadiyê dest pê kir.   Em bi projeya netewa demokratîk ji dagirkeriyê re dibêjin na!   Li gundê Qeretepe yê Navçeya Eşrefiyê Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk Deliye Henen axivî û wiha got:"Armanca Dewleta Tirk a dagirker ew e ku derbasî axa Efrînê bibe, bi vê yekê ve girêdayî jî armanca wan ya sereke tunekirina Gelê Efrînê ye. Li hemberê vê hişmendiya şoven em weke gelê Efrînê projeya xwe ya Netewa Demokratîk  ji berê jî zêdetir pêş dixin û bi ser dixin. Her wiha di demê dawiyê de dewleta Tirk a li seranserî herêma Efrînê bi balafiran êrîş kir û xwest ku bi êrîşên xwe gelê herêmê binpê bike lê  berxwedan û tekoşîna gel bû bersivek baş."   'Dê nikaribin Gelê Kurd têk bibe'   Hevseroka Meclîsa Rêvebir a Federaliya Bakûrê Sûriyeyê Hediye Yûsif bal kişand ser berxwedana gel û wiha axivî: "Gelê Efrînê îro berxwedana serdemî dide û Destana Rojhilata Navîn ya Nûjen dinivîsîne. Her wiha Gelê kurd ji bo wekheviya gelan bi hezaran Şehîd feda kirine. Ji ber vê jî Dewleta Tirk wê tu caran nikaribe  gelê kurd ê tekoşer  têk bibe. Efrîna berxwedêr li hemberî dagirkeran vîna xwe bi bizrê berxwedana hemdem bi hêz dike û bersiveke tund dide dagirkeran."