Li Efrînê sîvîlekî din jî birîndar bû 2018-02-12 12:18:11   EFRîN - Êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê berdewam dike. Di encama bombebaranê de sîvîlekî din jî birîndar bû.   Êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê hem ji hewayê hem bejayî berdewam dike. Di encama bombebaranê de sîvîlekî bi navê Heyder Silêman û 55 salî li gundê Derwîş ê Racoyê birîndar bû. Heyder Silêman ji bo tedawiyê rakirin Nexweşxaneya Avrînê.