‘Em ê dest ji piştevanî û têkoşînê bernedin’ 2018-02-12 09:20:18   MÊRDÎN - Platforma Jinan a Mêrdînê diyar kir ku bi dirêjkirina OHAL’ê re êrîşên li dijî jin û zarokan zêde bûne û diyar kir ku wê wek jin li dijî zextan tû car dest ji têkoşîn û piştevaniyê bernedin.    Bi hinceta OHAL’ê re zext, îxrac, binpêkirina mafan û daxuyaniyên Diyanetê zêde bûn û di du salên dawî de yên herî zêde ji van pêkanînan bi bandor bûn jin û zarok bûn. Platforma Jinan a Mêrdînê li dijî zextan ketin nav tevgerê û bang li jinan kirin ku bibin yek û têkoşînê bimeşînin. ‘Emê li dijî pêkanînên AKP’ê serî netewînin’ Endama Platforma Mêrdînê û endama DBP PM’ê Semîre Kurt bi lêv kir ku rejîma Tirkiyeyê bi kaosê welat bi rêve dibe û balkişand ser zextên dawî yên li ser jin û zarokan.    Semîreyê ev tişt vegot: “OHAL li ser hemû civakê zextan pêk tîne. Desthilatdar dixwaze gel biçewisîne, OHAL û KHK’yan bi awayekî kêfî dirêj dike û welat ber bi kaosê ve dibe. Vê koasê jî hewl dide bi êrîşên li dijî Efrînê ji holê rabike. Em jin tû carî serî li dijî van pêkanînan netewînin.”    ‘Dixwazin destkeftiyên jinan tune bikin’    Semîreyê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku bi taybet dixwazin di alî bawerî û ol de bandorê li ser malbatan bikin û hemû polîtîkayên xwe jî li ser jinan dimeşînin. Bi vê yekê dixwazin destkeftiyên jinan tune bikin.   Semîreyê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji kuştinên jinan desthilatdarî berpirs e. Li dijî xespkirina qezenca jinan wê têkoşîn bê meşandin. Jin xwedî li qezencên xwe derdikevin.”    ‘Dixwazin qada jinan tûne bikin’   Endama Platforma Jinan a Mêrdînê Adalet Kaya jî wiha got: “Bi OHAL’ê re zextên li ser jin û zarokan zêde bûn. Bi taybet daxuyaniyên serokatiya Diyanetê zextên li ser jin û zarokan zêde kir. Em dixwazin Diyanet bê girtin. Diyanet divê xîtabê hemû civakê bike, li dijî jin û zarokan dibe xwedî helwest. Ev nayê qebûlkirin.   ‘Em dest ji têkoşînê bernadin’    Hevseroka HDP’a Mêrdînê û endama Platforma Jinan a Mêrdînê Eylem Amak jî diyar kir ku ew li dijî zewaca zarokên 9 salî ne û got ew di sedsala 21’ê de vê pêkanînê red dikin. Eylemê bi lêv kir ku ew ji piştevanî û têkoşînê şûnde gavê navêjin.