Li bajarokê Bilikê komploya 15'ê Sibatê hat şermezarkirin 2018-02-11 17:34:22   KOBANÊ - Bi armanca şermezarkirina  komploya navnetewî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û şermezarkirina komployê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) civîn ji welatiyên bajarokê Bilikê re li darxist.   TEV-DEM'ê bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî, civînek ji welatiyên bajarokê Bilikê yê girêdayî navçeya Çelebiyê re li dar xist.   Civîna ku li mizgefta bajarokê hat çêkirin, bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo pakrewanên azadiyê hat destpêkirin. Paşê endama Rêveberiya Akademiyên Civaka Demokratîk Jiyan Kardîlan têkildarî komployê de axivî û wiha got: "Roja 15'ê Sibatê rojeke reş e ji bo gelê kurd, ji ber vê kurd tucarî vê rojê ji bîr nakin. Ev 18 sal in ku serokê me di girtîgeha dewleta tirk de ye. Lê bi vê yekê dewletan nikarîbûn ku îrade û hêza gelê kurd bişkînin. Ji ber vê jî wan berê xwe dan Efrînê da ku axa Rojava-bakurê Sûriyê dagir bikin. Lê em gelekî ku bi hişmendiya Neteweya Demokratîk a fikir û felsefeya Rêber Apo mezin bûne ne. Ji ber vê jî îro hemû gelên Rojhilata Navîn rastiya gelan bi xwe re bi hêz dikIN û rastiyê roj bi roj belav dikin."   Civîn bi diruşma"Bê Serok Jiyan Nabe" bi dawî bû.