Necîbe Omer: Serok Apo jin kir xwedî îrade 2018-02-10 17:59:03   SULEYMANIYE - Endama Lijneya Rêveberiya RJAK'ê Necîbe Omer wiha got:"Serok Apo jin kir xwedî îrade û hêz. Loma baweriya jinê pêk hat. Jinên Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi hêz, îrade û baweriya xwe xwe ispat kirin."   Bi boneya 19'emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Ranyaya Silêmaniyê semînera "Bi rihê serîhildana Îmraliyê dê Gelê Efrînê bi ser bikeve" semîner hat lidarxistin.   'Xwestin şoreşê tasfiye bikin'   Endama Lijneya Rêveberiya Rêxistina Jina Azad a Kurdistanê (RJAK) Necîbe Omer axivî û wiha got:"Di dîrokê de gelek şoreş bi girtina rêberan hatiye hilweşandin. Loma neyarên gelê me Serok Apo xistin bin destan û xwestin şoreşê tasfiye bikin. Lê ew bi ser neketin û serîhildana gelê me xurtir bû."   'Jinên Kurd xwe ispat kirin'   Necîbeyê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:" Serok Apo jin kir xwedî îrade û hêz. Loma baweriya jinê pêk hat. Jinên Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi hêz, îrade û baweriya xwe xwe ispat kirin."   Necîbeyê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Serok Apo netewên cuda anî ba hevdu. Û bû sedem ku ew di heman mewziyê de li dijî zilmê şer bikin."