Êrîşên li ser Efrînê dewam dike: 5 sîvîlan jiyana xwe ji dest dan 2018-02-10 17:09:47   EFRÎN - Balafirên TSK'yê do gundê Şiketka yê Şiyê bombebaran kir. Di encama bomberanê de 5 sîvîlan jiyana xwe ji dest dan.   Êrîşên dewleta tirk ên li dijî Efrînê yên bi çekên giran dewam dike. Li gor nûçeya ANHA'yê TSK'yê do şev gundê Şiketka yê Şiyê bombebaran kir.   Piştî êrîşan welatiyên ku çûn gund diyar kirin 5 cenazeyên ku aîdî sîvîlane dîtine. Her wiha welatiyan cenazeyê Nesret Osman (50) ji bin mala ku hatibû hilweşandin derxistin. Welatiyan anîn ziman ku hîn di bin enqazê de cenazeyên 4 kesan heye û ji ber bomberanê ew nikarin cenazeyan ji bin enqazê derxin.