Kuştina bi guman a jinekê 2018-02-10 17:02:21   RIHA - Hat îdakirin ku Fatma Polat a ducanî û hevjînê xwe nîqaş kirin û piştî nîqaşê Fatmayê xwe ji şaneşînê avêt û întîxar kir.    Li taxa Devteştî ya navçeya Halîliye ya Rihayê hat îdiakirin ku Fatma Polat a 19 salî xwe ji qata 4’an a avahiyê avêt û întîxar kir. Hat angaştkirin ku Polat duh şev wê û hevjînê xwe nîqaş kiriye û pişt re xwe ji şaneşînê avêtiye xwarê û întîxar kiriye. Fatma bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Heranê û li gel hemû mudaxeleyan nehat rizgarkirin. Hat diyarkirin ku Fatmayê ducanî bûye û pitik 9 mehî jî jiyana xwe ji dest daye.    Piştî otopsiya malbatê cenaze wergirt û birin navçeya Hewagê ya Rihayê.