Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê: Bila Dayika Sîsê bê berdan 2018-02-10 16:58:09   ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê û Xizmên Windayan di çalakiya hefteya 419’emîn de xwestin Sîsê Bîngol a 78 salî ya girtî bê berdan.    Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê û Xizmên Windayan wek her hefteyê vê hefteyê jî li ber avahiya Serokwezîriyê ya li Konaka Îzmîrê di hefteya 419’emîn de çalakî li dar xistin û xwestin girtiyên nexweş bên berdan. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa Sîsê Bîngol a 78 salî ya girtî ye. Di çalakiyê de pankartên “Bêdeng nebe, nebe şîrîkê sûc û dimirin” û “Ji yek tîpê re na” hatin vekirin.    Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê Caner Canli daxuyanî xwend û got ku operasyonên desthilatdarî li ser HDP’ê pêk tîne ew qebûl nakin.    'Tevî raporê nayê berdan'   Canerê bal kişand ser nexweşên girtî yên nayên berdan û got: “Hefteyek berê Celal Şeker jiyana xwe ji dest da. Dayika Sîsê Bîngol li gel nexweşînên dil û pişikê jî nayê berdan. Pirsgirêkên tenduristiyê yên cîdî yên Sîsê Bîngol hene. Li gel rapora wê ya ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ jî lê Wezareta Edaletê li hember rewşa tenduristiya Sîsê Bîngol xemsariya xwe diparêze. Li gorî parêzerên Sîsê Bîngol daxuyandin rewşa tenduristiya wê xetere ye. Jinek 78 salî ya nexweş dê çawa zerarê bide dewletê? Çima di girtîgehê de tê girtin? Sîsê Bîngol demildest berdin.”