Li Efrînê14 şervanên azadiyê hatin oxirkirin 2018-02-10 15:39:45   EFRÎN - Bi sedan welatiyên herêma Efrînê bi merasîmekê 14 şervanên azadiyê oxir kirin.    Bi sedan welatiyên herêma Efrînê 14 şervanên azadiyê ku 5 jê yên hêzên Erka Xweparastinê, 6 yên hêzên YPG'ê, yek şervana YPJ'ê, yek yê Hêza Parastina Civakî û sivîlek bûn, bi merasîmekê li goristana Şehîd Avesta ya herêma Efrînê hatin oxirkirin.   Hemû sazî û desteyên Rêveberiya Xweser,Kongra Star, Partiya Yekîtiya Demokratîk,Tevgera Civaka Demokratîk,Meclisa Malbatên Şehîdan û bi sedan welatiyên herêma Efrînê tevlî merasîmê bûn.14 şervanên azadiyê ji pêşiya Nexweşxaneya Avrînê bi dirûşmên 'Bijî berxwedana Efrînê' û 'Şehîd Namirin' hatin oxirkirin.   Piştî deqeyek rêzgirtin, li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Şezye Ibrahîm, her wiha Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk Eyşe Hiso axivîn.   Di nav axaftinan de sersaxî ji hemû malbatên têkoşerên azadiyê re hat xwestin û wiha hat gotin: "Yên ku êrîşî Efrînê dikin li hember şervanên YPG-YPJ'ê li çeperên şer her roj têk diçe. Di  êrîşan de sîvîl hedef tên girtin. Lê em ê heta dawiyê Efrînê biparêzin û em ê bi ser bikevin."