Ji bo Efrînê li navçeya Şêranê meş hat lidarxistin 2018-02-10 15:12:23   KOBANÊ - Bi sedan welatiyên navçeya Şêranê ya Kantona Kobanê ji bo piştgriya Berxwedana Serdemê ya Herêma Efrînê meş li dar xistin.   Bi pêşengiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi sedan ji welatiyên navçeya Şêranê ya Kobanê ya Herêma Firatê, Hêzên Parastina Civakî (HPC), Asayîş û Meclîsa Kantona Kobanê, bi dirûşma 'Bi rihê Berxwedana Kobanê dê Efrîn bi ser keve' meşiyan.   Meş ji gundê Tilêjbê bi dirûşma 'Bijî berxwedana Efrînê' dest pê kir. Meşvanan posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên TEV-DEM, Kongra Star, YPJ/YPG'ê û pankartên 'Çima bêdengiya li dijî qetilkirina zarokan' hilgirtin.   Meş li navçeya Şêranê veguherî mitîngê, li wir gel ji bo berxwedêrên azadiyê deqeyekê rêz girtin. Paşê Hevseroka Meclîsa Kantona Kobanê Merwa Dirêyî axivî û wiha got: "Dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên li ser Efrînê dixwaze desthildariya dewleta Osmaniyan vegerîne lê em ê gelê wekî gelê Kurd bi hêz û îradeya xwe bi ser kevin, mînaka serkeftinê jî berxwedana gelê Efrînê ku zêdeyî 20 roja ne dewam dike ye."   Meş bi dirûşma 'Bijî berxwedana Efrînê' bi dawî bû.