Sûc ne diyar e lê Ayşe Gokan 6 roj in di bin çavan de ye 2018-02-10 14:10:54   MÊRDÎN - Di 5'ê Sibatê de aktivîsta TJA'yê Ayşe Gokkan bi hinceta ku derbarê wê de îxbar heye li Nisêbînê hat girtin. Ayşeyê li Muduriyeta Emiyetê ya Bajarê Mêrdînê ev 5 roj in di bin çavan de tê girtin.    Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan di 5'ê Sibatê de li Kuçeya Abdulkadir Paşa ya Nisêbîna Mêrdînê hatibû girtin û ev 6 roj in ku li Muduriyeta Emniyata Bajarê Mêrdînê di bin çavan de tê girtin. Derbarê girtina îfadeya Ayşeyê de jî tu agahî nayê dayin. Ji aliyê parêzerên Ayşeyê ve hat ragihandin ku ew pirsgirêkên tenduristî û fîzîkî dijî.    Li Ayşeyê îşkenceya derûnî û heqaret hat kirin   Ayşeya ku bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anî, diyar kir ku ew bi îşkenceya derûnî û heqaretan rû bi rû maye.