'Axa me giranbuha ye, em dev ji axa xwe bernadin' 2018-02-10 13:37:16   Şêrîn Zêrevan   TIRBESPIYÊ - Jinên bajarê Tirbespiyê ku tevlî meşa jinan a piştgiriya ji bo Efrînê bûn, êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin û Berxwedana Serdemê silav kirin.   Bi pêşengtiya Kongra Star û bi armanca piştgiriya berxwedana Efrînê jinên Herêma Cizîrê meşeke girseyî li Navçeya Tirbespiyê li dar xistin. Di vê meşê de jinan peyamên xwe yên piştgiriya berxwedana Efrînê anîn ziman. Jinên navçeya Tirbespiyê jî berxwedana şervan û gel silav kirin û nerînên xwe di vê derbarê de anîn ziman.   Bi navê êlên Emara Cewala El-Şêxa êrîşên dewleta Tirk ên li ser sivîlên Efrînê şermezar kir û wiha got: "Em Ereb,Kurd, Êzidî û Suriyan yek parçe ne, ger Erdogan nêzî axa me bibe em jê re bêdeng namînin. Erdogan çi ji me dixwaze? Banga me ji dewletên navnetewî re heye ku li hember êrîşên Erdogan û hevkarên wî bisekinin."   'Em ji welatê xwe dernakevin'   Endama Hêza Parastina Cewherî Mahiya Cankîr a ji navçeya Tirbespiyê jî wiha got:"Em piştgiriya herêma Efrînê, YPG û YPJ'ê dikin. Erdogan çi ji Kurdan dixwaze, ji ber ku Erdogan dizane wê, aştî û Sûriyeke demokratîk li Bakûrê Sûriyeyê ava bibe û wê Kurd bi ser kevin, bela xwe ji me venake. Niha ew bi xwe bela xwe li  Kurdan dide. Em ji welatê xwe dernakevin."    'Serkeftin a gelê Kurd e'   Qezîfa Xelef jî nêrînên xwe yên derbarê êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê anî ziman û got: "Em wek Kurd me evqas moral û îrade ji serokê xwe girtiye û em silavên xwe jê re dişînin. Dewleta Tirk ku bi balafir û tankan êrîşî Efrînê dike bi ser nakeve, em her dem bi Efrînê re ne û li pişta gelê xwe ne. Heya dilopa xwîna me ya dawî em ê axa xwe biparêzin û li pişta gelê xwe yê Kurd bin. Ku em werin kuştin jî em ji welatê xwe dernakevin û serkeftin a gelê Kurd e."   'Serkeftin a Efrînê ye'   Endama Hêza Parastina Cewherî Ayişa Ehmed jî piştgiriya xwe ji berxwedana Efrînê re anî ziman û got: "Beriya çar rojan em bi armanca piştevaniya herêma Erînê li dijî êrîşên dewleta Tirk çûn herêma Efrînê. Weke ku em li Kobanê, Minbic, Reqa û Dêrazorê bi ser ketin, em ê li herêma Efrînê jî bi ser bikevin. Em Kurd, Ereb û Suriyan yek dest in, Efrîn ne bi tenê ye, em hemû li pişta Efrînê ne. Çi gunehê zarokên Efrînê û gelê wê heye ku Erdogan êrîşî wan dike? Bila Erdogan zanibe ku axa me giranbuha ye û em dev ji axa xwe bernadin. Serkeftin a Efrînê ye. Her wiha em ê serokê xwe jî azad bikin."   Her wiha Endama Saziya Malbatên Şehîdan a Navçeya Tirbespiyê Şaha Sebrî jî nerînên xwe wiha anî ziman: "Em wek malbatên şehîdan êrîşên dewlata tirk û hevkarên wê yên li ser herêma Efrînê şermezar dikin. Banga me ji dewletên navnetewî re heye ku çima heya niha bêdeng in û çavên xwe ji rastiyê re digirin, em wek dayik çi ji me were xwestin ji bo herêma Efrînê em amade ne. Wê Efrîn bi ser keve. Bi can bi xwîn em bi te re ne Efrîn."