Dozger: Îşkenceya ku hûn dibînin normal e, dirêj nekin 2018-02-10 11:31:03   MANÎSA - Hat hîn bûn 5 girtiyên ku hefteyên borî ji Tipa T ya Boluyê surgunî Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Manîsayê hatibûn kirin bi îşkenceyê rû bi rû mane. Dozger ji girtiyên ku rapora darbê girtibûn wiha got:"Dibe ku hûn îşkenceyê bibînin ev tiştekî normal e."   Di pêvajoya herî dawî de bi polîtîqayên ku li girtîgehan dikeve meriyetê zext her roj zêdetir dibin. Li girtîgehên ku bi kiryarên îşkence, sirgun û cilên yekreng dikeve rojevê, serîhildana girtiyan a li dijî binpêkirina mafan didome. Di hefteyên borî de 5 kesên girtî ji Tipa T ya Boluyê surgunî Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Manîsayê hatibûn kirin. Girtî bêyî malbat û parêzeran hatibûn sirgunkirin.    Sirgunî girtîgehên ku girtiyên wê yê siyasî tuneye hatin kirin!   Girtiyên ku rapora darbê sitendibûn bang li parêzer û STK'yan kiribûn. Malbatan bi rêya malbatên xwe ragihandin ku ew bi rêk û pêk xwarinê naxwin û cezayê hucreyê digirin. Girtiyan diyar kirin ku ji bo cezakirinê ew sirgunî girtîgeha ku girtiyên siyasî lê tunene hatine kirin. Her wiha girtiya anîn ziman ku ew hem îşkenceya derûnî hem jî ya fîzîkî dibînin.   'Îşkence normal e hûn çi hêvî dikin?'   5 girtiyên ku di encama îşkeceyê de rapora darbê girtin anîn ziman ku ew ê serîladana sûcê bikin û bang li parêzer, ÎHD û li STK'yan kirin. Girtiyan diyar kirin ku dozger ji wan re wiha gotiye:"Îşkenceya ku hûn dibînin normal e, hûn çi hêvî dikin?"    Xizmên girtiyan bang li raya giştî kirin û anîn ziman ku ew ji bo zarokên xwe bi fikar in.