Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin 2018-02-10 10:12:43   ÎZMÎR - Li navçeya Karşiyakayê jina bi navê Ayşe Keltek mirî hat dîtin.   Hat hînbûn ku do saet di 20.00 de jina bi navê Ayşe Keltek (65) li Navçeya Karşiyakayê ya Îzmîrê hatiye qetilkirin. Xizmên Ayşeyê demeke dirêj bû ku ji wê agahiyek nedigirtin loma çûn mala wê. Xizmên Ayşeyê gazî ekîba tenduristiyê kirin. Ekîba tenduristiyê diyar kir ku Ayşeyê jiyana xwe ji dest daye.   Cenazeyê Ayşeyê ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî ya Îzmîrê.