Piştgiriya jinên herêma Cizîrê ji bo berxwedana serdemê 2018-02-09 11:00:27       TERBESPIYÊ-  Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk li ser herêma Efrînê bi herzaran jinên herêma Cizîrê meşek li dar xistin.   Bi hezaran jinên herêma Cizîrê li bajarê Terbespiyê meşeke girseyî li dar xistin û êrîşên dewleta tirk şermezar kirin. Di meşa ku bi pêşengiya Kongreya Star hat lidarxistin de tevahî saziyên jin û partî her wiha bi hezaran jin ji hemû pêkhateyên herêmê  tevli bûn. Meşa ku  bi wêneyên Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocelan, Avêsta Xabûr û Barîn Kobanê , Alên YPJ/YPG'ê û QSD'ê hat xemlandin, ji Rojhelatê bajarê Terbespiyê hat destpêkirin û heta Parka Şehîd Warşîn berdewam kir.    Piştî rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê ku jiyana xwe ji dest dan, Berdevka Kongira Star a Rojava Evîn Siwêd axivî, Evîn di kesayeta tekoşer Avêsta û Barîn de berxwedana serdemê silav kir û piştgiriya gelê Cizîrê ji Efrînê re ragihand. Her wiha  li ser navê pêkhateyên ereb û Saziya Malbatên Şehîdan a Qamişloyê jî daxuyanî hat dayîn  û wiha hat gotin: "Êrîşên bi zihniyeta desthilatdar a xwîn mij  ên dewleta tirk  ku tu exlaq û qanûnên şer nas nake îro di roja 21'emîn de berdewam dikin. Efrînê û gelên wê û cihê dîrokî bombebaran dike. Zîhniyeta ku bê exlaqiya xwe berdewam dike êrîşî goristanên şehîdan jî kir.  Wekî her carê di  kesayeta Barîn Kobanê de têkçûna xwe didin diyarkirin û ji cenazeyên me jî ditirsin. Ev ne cara yekemîn e ku êrîşî goristanên me dikin, bi van kiriyarên xwe carkedin tesbîta rûyê xwe yê reş û terorîst didin eşkerekirin.   Em  li ser navê  Mecilisa Malbatên Şehîdan a Kantona Qamişlo van kiriyaran bi tundî şermezar dikin û piştgirya xwe bi gel û şervanên  xwe yên li Efrînê re didin diyarkiri."   Meş bi dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê" û "Şehîd Namirn " bi dawî bû.