Girtî:Efrîn ji bo pêşeroja ronî ya Rojhilata Navîn yekane şens e 2018-02-09 10:11:49   ALANYA- Girtiyên PAJK’ê yên li girtîgeha Tîpa L ya Alanyayê, balkişandin ser êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî destkeftiyên gelê kurd û diyar kirin ku Efrîn ji bo pêşeroja ronî ya Rojhilata Navîn yekane şans e.   Êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî Efrînê ketin roja 21’emîn û bertekên li dijî êrîşan jî didomin.  Girtiyên PAJK’ê yên li girtîgeha Tîpa L ya Alanyayê, bertek nîşanê êrîşan dan û banga hestiyariyê li rayagiştî kirin. Girtiyan bi lêv kir ku dewleta Tirk bi salane asîmîlasyon û înkarê li Kurdên Bakur ferz dike û niha jî dixwazin di şexsê Efrînê de daxwaza azadiyê ya gelê Kurd bê fetisandin. Girtiyan bi lêv kir ku heman nêzîkatî ji aliyê Îran, Iraq û Suriyeyê ve jî tê nîşandan.   Di nameya girtiyan de ev tişt hatin gotin: “Gelê Kurd Şoreşa Rojava ji bo hemû hêzên demokrasiyê û gelan wek hêviyê diyarî kir.  Bi taybet jî li Efrînê modala herî xweş ya jiyana demokratîk çawa tê avakirin pêşkêş kir.  Ev model yekane rêya demokratîk a ji şer û kaosê ye.   ‘Tirkiye dixwaze gelê kurd bifetisîne’   Komara Tirkiyeyê bi salane li dijî gelê Kurd înkar û îmhayê ferz dike. Ev jî têr nake di salê dawî de polîtîkaya qirkirina topyekun ferz dike û dixwaze daxwaza azadiyê û pergala xweseriya demokratîk bifetisîne. Heman nêzîkatî li hemberî Kurên Iraq, Îran û Suriyeyê jî hatiye meşandin.   ‘AKP dixwaze muxatab be girtin’   Di asta heyî de zîhniyeta dewleta Tirk ku bi tifaqa AKP-MHP-CHP’ê hatiye avakirin û DAIŞ bûn hevkar û li Kobanê û Rojava têk çûne. Çawa fêm kir li Sûriye û Rojhilata Navîn nabe xwedî cihekî girîng, êrîşê qezencên Kurd dike û dixwaze ji nûve muxatab bê girtin. Li aliyê din jî dixwaze bi pêla faşîzmê  dengê netewperest bigirin û biçin hilbijartinê û desthilatdariya xwe garantî bike.   ‘Dixwazin şoreşa Rojava têk bibin’   Reberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn projeya Konfederalîzma Demokratîk û Xweseriya Demokratîk bi şoreşa Rojava re daye destpêkirin û ji niha de bala hemû cîhanê kişandiye. Ji ber vê çar dewletên serdest dixwazin Şoreşa Rojava têk bibin.   Em ji hemû tevgerên demokratîk û saziyan dixwazin li cem gelê bi rûmet yê Şoreşa Rojava bin û li dijî komploya navneteweyî eniya demokrasiyê tercîh bikin û xwe xurt bikin.”