Sîcan Kurkut:Ez ji dewleta ku kurê min qetil kir edeletê hêvî nakim 2018-02-09 09:50:13   Gulîstan Azak   MELETÎ- Kemal Kurkut di Newroza Amedê de ji aliyê polîs Y.Ş ve hat qetikirin û beyî girtin tê darizandin. dayika Kemal Kurkut, Sîcan Kurkutê îtîrazî biryarê kir û heyeta dadgehê îtîraz red kir. Sîcan Kurkutê diyar kir ku ew li dijî vê biryarê matmayî nemane û ji dewleta ku Kemal kuştin tiştek nayê hêvîkirin.   Li Amedê di 21’ê Adara 2017’an de di pîrozbahiyên Newrozê de xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut ji aliyê polîs Y.Ş ve hat qetilkirin û Y.Ş ji sûcê ‘kuştina ji qestî’ bi daxwaza cezayê muebetê tê darizandin û dadgehê biryara ne girtî darizandinê da.  îtîraza ji bo biryarê hatibû dayîn du meh şûnde bi encam bû.  Yekemîn runiştina dozê li 7’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin û parêzerên Kemal diyar kirin ku ji ber wê Y.Ş delîlan wenda bike û bireve, bila bê girtin.  Di heman runiştinê de dozger  daxwaza girtina wî kir.  Lê heyeta dadgehê daxwaza girtinê red kir.   Wê hesabê wî rojekê bê pirsîn’   Dayik Sîcan Kurkut diyar kir ku ew li dijî biryarê matmayî nemane û wiha got: “Polîsê dewletê qetil kir, darza dewletê memurê dewletê parast. Em matmayî neman. Li welatekî ku hiqûq û edelet di bin tekela dewletê de, nedihat payîn ku kujerên kurê min bên cezakirin. Em Kurd û Elewî her itm hatin qetikirin. Em van dihiqûqiyan qebûl nakin û wê hesabê kesên hatine qetilkirin wê rojekê bê pirsîn.”