ROJEVA 9'Ê SIBATA 2018'AN 2018-02-09 09:00:07       *Ji Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor a Bedlîsê, di 19'ê Kanûna 2017'an de 267 cenazeyên aîdî gerîllayên PKK'ê  bi hinceta 'Testa DNA'yê' hatibûn derxistin û  şandîbûn Stenbolê. Der barê bûyerê de ji aliyê  Waliyê Bedlîsê ve daxuyaniyeke nivîskî ji raya giştî re hatibû parvekirin û di daxuyaniyê de derxistina cenazeyan girêdahî rapora otopsiyan kirî bûn. Herî dawî Serokomarê  Tirkiyeyê  Recep Tayyîp Erdogan jî li Bedlîsê di kongreya partiya xwe de axivibû û bi gotina 'Gelo ev goristanên sexte li ku ne?' Heqeret li goristana Xerzanê kirî bû. Malbatan bertek nîşanî axiftinên rayedarên dewletê dan û gotin ku heyanî ew cenazeyên xwe xwe bistînin ew ê tebikoşin. BI DÎMEN   *Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan  der barê perspektîfa hevserokatiyê de nirxandinên girîng kirin û got: “Em pergala hevserokatiyê, tînin. Êdî kota bê wate ye. Ji ber em wekheviyê pêk tînin. Divê hevserokatî bi lez bikeve meriyetê.  Hevserokatî azadiya jin û mêr çareser dike. Divê ev ku bê fêmkirin.”   *Jinên HDP'yî û BDP'yê bertek nîşanî êrşên li ser Efrînê dan û êrş şermezar kriin. Rêvebira HDP’ê ya navçeya Sûra Amedê Sevîm Coşkun got ku ji kesên wek Tansu Çîler bigire di vê pêvajoya şer re gelek kes  derbasbûne. Lê hemû tiştên ku kirin bê encam man. BI DÎMEN   *Aktîvîstên Piştevaniya Mor diyar kirin ku wê di rojên pêş de ji bo jinan meclîsan ava bikin û mizginiya wê piştevaniyê mezin bikin dan. BI DÎMEN   * Hevseroka HDP’ê Serpîl Kemalbay diyar kir ku bi operasyonên li dijî HDP û pêkhateyên wê dixwazin kongreya di 11’ê Sibatê de li Arenaya Enqereyê pêk tê bê bandor bihêlin û got: “Em hemû kesên alîgirên aştî û demokrasiyê ne, rayagiştî ya demokratîk, kesên li dijî şerê Efrînê ne, kesên li dijî qetilkirina xwezayê ne, kesên ji kuştinên jinan re dibêjin na, bi stran, govend û tilîliyan wan vexwendin kongreya  HDP'ê ya di 11’ê Sibatê de li Arenayê pêk tê.   *Şaredariya Bajarê Mezin a MHP’ê ya Edeneyê  di bultena faliyetên xwe yên mehane ya şaredariyê de bi sernavê ‘Ji bo alê mehmedo lêxe’ manşet avêt û propagandaya şer kir.    *Kemal Kurkut di Newroza Amedê de ji aliyê polîs Y.Ş ve hat qetikirin û beyî girtin tê darizandin. dayika Kemal Kurkut, Sîncan Kurkutê îtîrazî biryarê kir û heyeta dadgehê îtîraz red kir. Sîncan Kurkutê diyar kir ku ew li dijî vê biryarê matmayî nemane û ji dewleta ku Kemal kuştin tiştek nayê payîn.   *Ozlem Atmaca diyar kir ku ew li dijî dirêjkirina OHAL’ê û pêkanînan cilên yek rengin û got: “Ez wek kes vê pêkanînên dişibînim mohrkirina mirovan.”BI DÎMEN   *Dayika Asya Yuksel a di bodrumên hovîtiyê yên Cizîrê de hat qetilkirin, Emîne Urun got: “Dibêjin her kes hinek dişibe warê xwe, belê Asya jî dişibe çiyayên bi heybet ên serbilind yên Qilabanê.” Emîne diyar dike tevî ku di ser komkujiyê re du sal derbas bûye jî ne keça xwe ji bîr dike û ne jî têkoşîna wê nîvco dihêle. BI DÎMEN   *Girtiyên PAJK’ê yên li girtîgeha Tîpa L ya Alanyayê, balkişandin ser êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî destkeftiyên gelê kurd û diyar kirin ku Efrîn ji bo pêşeroja ronî ya Rojhilata Navîn yekane şans e.